27 roj in ji siyasetmedarên kurd agahî nayê girtin 2021-07-06 13:30:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera PYD'ê ya Hewlerê Mistefa Osman, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cihad Hesen û Endamê PYD'ê Mistefa Ezîz Mistê ku ji aliyê asayîşa PDK'ê ve li Balefirgeha Hewlerê hatibûn girtin 27 roj in agahî nayê girtin.    Hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), di 10'ê hezîranê de Nûnera PYD'ê ya Hewlerê Mistefa Osman, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cihad Hesen û Endamê PYD'ê Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanê xwe çûbûn Balfirgeha Hewlerê binçav kiribûn. 27 roj in agahî ji Xelîl, Hesen û Mistê nayê girtin. Heta niha PDK'ê têkildarî binçavkirina her sê siyasetmedaran ne PYD'ê ne jî Rêveberiya Xweser agahdar kiriye.   JI PYD'Ê DAXUYANÎ   PYD'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bertek nîşanî helwesta li dijî siyasertmedaran da û got ku heke tiştekî bê serê siyasetmedaran dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê berpirsyar be.