Derbarê nûçegihana me Dûrgûtê de lêpirsîn hat vekirin 2021-07-06 13:48:30   ŞIRNEX - Polîsan, di çarçoveya lêpirsîna ku bi hêceta bernameya bîranînê şopandibû bi îdiaya “pesindayîna sûc û sûcdar” lê hatiye vekirin de nûçegihana me Zeynep Dûrgût vexwend îfadeyê.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîra Şirnexê di 1’ê tîrmehê de ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan) bernameyeke bîranînê li dar xistibû. Miduriyeta Polîsan a Cîzirê, di çarçoveya lêpirsîna ku bi hêceta bernameya bîranînê şopandibû bi îdiaya “pesindayîna sûc û sûcdar” lê hatiye vekirin de nûçegihana me Zeynep Dûrgût vexwend îfadeyê. Dûrgût, di îfadeya xwe de diyar kir ku bi xebatên rojnamegeriyê tê sûcdarkirin û sûcdariyên der barê xwe de red kirin. Piştî kirariyên îfadeyê Dûrgût, ji Miduriyeta Polîsan a Cizîrê veqetiya.