6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP'ê Işik hat birîn 2021-07-06 16:23:30   MÊRDÎN - Li Hevseroka berê ya Navçeya Midyadê ya HDP'ê Fîlîz Işik 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn   Danişîna doza Hevseroka berê ya Navçeya Midyadê ya HDP'ê Fîlîz Işik, li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Işik ku li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê girtî ye, bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerê Işik Cîhan Guçluk jî li danişînê amade bû. Di danişîna ku piştî tespîtkirina nasameyê dest pê kir de dozger, mutalaaya xwe xwend û xwest ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" ceza li Işik bê birîn.    DELÎL TUNE YE   Işik, sûcdariyên li dijî xwe red kir û got ku ji bilî xebatên wî yên siyasî û rêvebertiya wî ya HDP'ê tu delîlên sûcdariyên ku lê hatine kirin tune ne daxwaza beraeta xwe kir. Parêzerê Işik Cîhan Guçluk jî got ku sûcdariyên li muwekîla wî tên kirin bêbingeh in û daxwaz kir ku der barê muwekîla wî de biryara beraetê bê dayîn.    Heyeta dadgehê, 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Işik birî û biryar da ku girtina Işik bê berdewamkirin.