Li Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 29'an 2021-07-06 16:31:56   MÊRDÎN - Hejmara kesên ku di saetên serê sibehê de li navend û navçeyên Mêrdînê hatibûn binçavkirin, derketin 19'an.    Li navend û navçeyên Mêrdînê, di saetên serê sibehê de polisan bi ser malan de girtibû gelek kesî binçav kiribûn. Hejmara kesên ku hatine binçavkirin derket 29'an. Di nav 29 kesan de Dayikên Aştiyê jî hene. Polisan piştî ku îfadeyên wan girtin 2 kesan berdan û kirariyên 27 kesan jî li Miduriyeta Polisan a Nisêbînê didome. Hat hînbûn ku lêpirsîn têkildarî dema qedexeya derketina derve ya li navçeyê hatiye destpêkirin.