Parêzerê Gergerlîoglû: Ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê nayê ragihandin 2021-07-06 17:12:48   ENQERE - Parêzer Bişar Alinak, diyar kir ku ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê ji dadgeha herêmî re nayê ragihandin û Bahçelî bi peyamên xwe vê rewşê daniye holê.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di 1'ê tîrmehê de serlêdana Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hatibû xistin nirxandibû û Gergerlîoglû mafdar dîtibû û biryar dabû ku "mafê hilbijartin û siyasî yên Gergerlîoglû" hatine binpêkirin. Rexmî ku di ser vê biryara AYM'ê de 6 roj derbas bûne jî Gergerlîoglû nayê berdan. Parêzerê Gergerlîoglû, Bişar Alinak, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji ber sedemên siyasî biryara AYM'ê ji dadgeha herêmî re nayê ragihandin. Alinak, destnîşan kir ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, bi peyamên xwe yên dijî AYM'ê vê rewşê daniye holê.