Eskerên ku li Colemêrgê her şev deng derdixînin şêniyên taxê bêzar dikin 2021-07-07 11:34:42   COLEMÊRG - Eskerên ku her şev di nava kolanên taxan de araqê vedixwin û sirûda mehter lêdixin deng derdixînin lê ligel bertekan jî ev rewş nayê çareserkirin.    Li Colemêrgê eskerên payedar hema bêje her şev di nava kolanên taxan de areqê vedixwin û bi dengekî bilind muzîkê guhdar dikin, deng derdixînin, derdorê aciz dikin. Eskeran duh şev jî bi dengekî bilind muzîk guhdar kirin û şêniyên taxan aciz kirin. Li ser vê yekê şêniyên taxê xeta polîsan a 155’ê geriyan û giliyê eskeran kirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku gilîkirin bi kêrî tiştekî nayên.    ‘EM ACIZ BÛN’   Şêniyekî ku nexwest navê xwe bide xwe gihand ajansa me û da zanîn ku bi taybetî di demên dawî de çawişên pispor û hin eskerên payedar her tim di kolanan de bi dengekî bilind muzîkê guhdar dikin û ji vê rewşê aciz in. Şêniyê taxê da zanîn ku carna esker bi dengekî bilind sirûda mehterê lê dixin û bi lêv kir ku cihekî ku giliyên xwe lê bikin jî tune ye.