2 sal in girtiyan nabin nexweşxaneyê 2021-07-07 12:13:57   EDENE - Hat zanîn ku li Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T'yê 13 girtî ev 2 sal in nabin nexweşxaneyê.    Vedat Gultekîn ê li Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T dimîne, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin.    Gultekîn diyar kir ku weke 13 girtiyên ku li girtîgehê dimînin çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dane destpêkirin didomînin û bi lêv kir ku ligel hemû pirsgirêk û zehmetiyan jî wê çalakiya xwe bidomînin.    GIRTÎ NAYÊN DERMANKIRIN   Gultekîn anî ziman ku 13 girtiyên ku li girtîgehê dimînin 2 sal in bi awayekî kêfî nabin nexweşxaneyê û wiha got: “Girtiyên edlî dibin nexweşxaneyê lê yên siyasî nabin nexweşxaneyê. Me gelek caran daxwazname dan lê rayedarên girtîgehê bersivê jî nadin daxwaznameyên me. Ez jî nexweş im lê ligel hemû serlêdanên min jî ez nebirim nexweşxaneyê. Ji ber ez nehatim dermankirin rewşa min nebaştir bû. Em dixwazin ku pêkanîna astengkirina mafê me yê dermankirinê bi dawî bikin.”   ‘BILA ZAROKÊN ME BÊN DERMANKIRIN’   Malbata Gultekîn jî bertek nîşanî pêkanînên li girtîgehê dan û wiha got: “Em naxwazin mafên zarokên me yê dermankirinê were astengkirin. Heke pereyê rayedarên girtîgehê nebin em zarokên xwe bibin nexweşxaneyê. Bila zarokên me werin dermankirin.”