Kesê nelirêtî kiribû vegeriya Şaredariya Amedê 2021-07-07 12:14:19   AMED - Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku dema Qeyûm Cûma Atîlla navê wî di nelirêtiya 5,5 milyon TL'yî de derbas bûbû û ji aliyê HDP'ê ve ji peywirê hatibû dûrxistin, bi biryara dadgehê careke din vegeriya ser peywira xwe.    Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ercan Bîrcan ku di navbera salên 2017-2018'an de dema rêveberiya qeyûm Cûma Atîlla navê wî di nelirêtiya 5,5 milyon TL'yî de derbas bûbû û ji aliyê rêveberiya HDP'ê ve ji peywirê hatibû dûrxistin, bi biryara dadgehê careke din vegeriya ser peywira xwe. Qeyûm Atîlla, Bîrcan anîbû Alîkariya Sekreteriya Giştî ya Şaredariyê. Piştî ku di Hilbijartina 31'ê Adarê 2019'an de şaredarî ket destê HDP'ê Bîrcan ji peywirê hat girtin. Ji ber ku Bîrcan 5 mehan bi raporên tenduristiya neçûbû şaredariyê ev biryar hatibû girtin.    Piştî ku di 19'ê tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin Bîrcan careke din vegeriyabû şaredariyê. Lê qeyûmê wê de Walîyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû sekreterê giştî, alîkarên sekreterên gitşî, serokên daîreyan û mudiran ji peywirê girtibû û rêveberiyeke nû ava kiribûn. Guzeloglû, cih nedabû Bîrcan.    NAVÊ WÎ DI NELIRÊTIYAN DE DERBAS BÛBÛ   Pişre navê Bîrcan di raporên ku mufetîşan têkildarî nelirêtiya di navbera salên 2017-2018'an de li şaredariyê hatibû kirin amade kiribûn de derbas bûbû. Mufetîşan tespît kiribû ku di navbera van de li şaredariyê 5 milyon û 416 hezar û 411 TL nelirêtî hatiye kirin. Yek ji kesên ku navê wî di vê raporê de cih girtibû Bîrcan bû.