Qeyûm çûnehata dolmîşên navbajêr sekinand 2021-07-07 13:19:35   COLEMÊRG - Qeyûmê Geverê li ser 8 rêgehan xebatkirina 55 dolmîşên bi plakaya “M” bi hêceta dema îhaleya wan qediyaye rawestand.    Li navçeya Gevera Colemêrgê 55 dolmîşên bi plakaya “M” li navenda navçeyê xelkê dibin û tînin ango xebata veguhestinê dikin hatin rawestandin. Li ser fermana qeyûmê Geverê bi hêceta “dema îhaleyê qediyaye” dolmîş hatine rawestandin. Şifêran bertek nîşanî sepanê da û gotin wan îhaleya xwe di sala 2010’an de çêkiriye û ji bo dema 20 salan çêkiriye. Şifêrên ku nerazîbûn nîşanî rêveberiya qeyûm dan diyar kirin ku ev du roj in dolmîş naxebitin û xelk mexdûr bûye.    DÎSA ÎHALE TÊ XWESTIN    Serokê Kooperatîfa Jimara 3’an Abdurrahman Tuner da zanîn ku 23 sal in li ser heman rêgehan bêpirsgirêk dixebitin û ev du roj in naxebitin û xelkê wan perîşan bûye. Tuner got wan ji bo 20 salan îhale wergirtiye, lê îhaleyê wek 10 salan nîşan dane û dixwazin em van îhaleyan dîsa nû bikin. Tuner da zanîn ku heke şifêr nexebitin wê mexdûr bibin û xelk jî mexdûr bibe û ji bo biryara sekinandina dolmîşên wan were betalkirin serî li dadgehê dane.