Hatîmogûllari: Bila alimên olî demildest bên berdin 2021-07-07 14:44:38   ENQERE - Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî binçavkirina alimên olî da û ev tişt got: "Ne pêkan e ku em vê binçavkirin, zilm û zextê qebûl bikin. Divê alim demildest bên berdan."   Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari, têkildarî binçavkirina alimên olî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hatîmogûllari, di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di 3'ê tîrmehê de 25 alîmên olî yên endamên DÎAY-DER û DÎK'ê hatine binçavkirin û piştî binçakirina wan a 4 rojan dema binçavkirina wan 4 rojên din jî hatiye dirêjkirin. Hatîmogûllari, diyar kir ku ne pakane ku ew binçavkirinan, zilm û zexta ku tê kirin qebûl bikin û xwest ku alim demildest bên berdan.