52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-07-07 21:32:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 160 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 160 kesên din jî pê ketine û 4 hezar û 636 kes jî baş bûne.   Her wiha wezaretê daxuyand ku heya niha 36 milyon û 879 hezar û 365 kes derziya doza ewil li xwe xistine, 16 milyon û 209 hezar û 662 kes jî derziya doza dudoyan li xwe xistine û 2 milyon û 260 hezar û 351 kes jî derziya doza sisêyan li xwe xistine.