Bi roketan êrişî Seferatxaneya Amerîka ya Bexdayê kirin 2021-07-08 10:11:01   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li dijî Sefaretxaneya Amerîkayê ya Bexdayê êrişeke biroket pêk hat.    Li dijî Sefaretxaneya Amerîkayê ya li Herêma Kesk a paytexta Iraq Bexdayê êrişeke biroket pêk hat. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ewlehiyê ji Reûtersê re ragihandine; sefaretaxane bi 2 roketan hedef hatiye girtin. Çavkaniyan, diyar kir ku ji roketan yek jê ji aliyê Pergala Parastina Hewayî ve hat astengkirin û yek jê jî li erda vala ketiye.    Artêşa Iraqê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku êriş bi 3 roketan pêk hatiye.    Beriya 2 rojan li dijî Balefirgeha Hewlerê ya Navneteweyî ku leşkerên Amerîkayê lê hene jî bi roketan û ÎHA'yan êriş pêk hatibû.    Amerîka, komên girêdayî Heşdî Şebiyê berpirsyar girt.