Elîtaş ê AKP’î ji karker re got: Bila te deng nedabûya 2021-07-08 12:02:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Koma AKP’ê Mûstafa Elîtaş, ji karkerê madenê ku ji wî re got “Mafê me bidin” bersiva “Ma hûn ji min re xebitîn?” da. Piştî ku karker jê re got “Min deng da we” vê carê jî bersiva “Ji min re çi ye, bila te deng nedabûya” da karkeran.     Karkerên madenê yên somayî ji ber ji Ûyar Madencîlîk tazmînata wan nade 5 sal in têdikoşin, hewl didin dengê xwe ragihînin. Karkerên madenê ku bi malbatên xwe re di 4’ê tîrmehê de hatin Enqereyê, bi hêceta ku dê li pêş Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê daxuyanî bidin çapemeniyê ji aliyê polîsan ve di ketina bajêr de tên sekinandin. Şandeyeke ji Sendîkaya Karkerên Maden-Îş a Bagimsizê pêk dihat duh bi rayedarên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê re hevdîtin kirin. Rayedarên wezaretê ji karkerên madenê re bersiva “Em nikarin mafên we bidin wê bibe mînak” da.   ‘JI MIN RE ÇI YE’   Karkerên madenê bi Serokwekîlê Koma AKP’ê Mûstafa Elîtaş re hevdîtin kirin. Li gorî ragihandina Pisporê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Karkerên Madenê yên Serbixwe Başaran Aksû, di hevdîtinê de di navbera Elîtaş ê AKP’î û karkerekî madenê de diyalogeke wiha derbas bû:    “ Karkerê Madenê: Hûn ê mafê me bidin   Elîtaş: Ji min re çi ye, ma hûn ji min re xebitîn?   Karkerê Madenê: Ez di firmaya ku ji TKÎ’yê re dixebite de dixebitim. Ez endamê AKP’ê me. Min bê navber deng da AKP’ê.    Elîtaş: Ji min re çi ye. Bila te deng nedabûya…”   'QANÛN TUNE YE'    Serokê Giştî yê Maden Îş’a Serbixwe Tahîr Çetîn, piştî hevdîtina Elîtaş ê AKP’î daxuyanî da. Çetîn bi lêv kir ku Mûstafa Elîtaş 2 meh in çûna qanûnê ya Meclîsê asteng dike û wiha got: “Divê ji Elîtaş were pirsîn. We ji me re sê caran got ‘em rê dibînin’. Rê qanûn e. Ji qanûnê wêdetir rêyeke çawa dê were dîtin? Hûn bi salan e elimine nelirêtiyan. Me qanûn xwest. Qanûn tune ye. Polîs, esker hemû li hemberî me ne. Çima? Ev bêedaletiyeke çawa ye? Êdî bes e.”