‘Qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê’ 2021-07-08 12:17:33   ÊLIH - Odeya Bijîşkan a Êlihê û SES’ê têkildarî qutkirina ava 8 gundên Hezoyê daxuyanî da û destnîşan kir ku di serdema pandemiyê de qutkirina avê zirarê dide tenduristiya xelkê.    Odeya Bijîşkan a Êlihê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetkarên Tenduristiyê û Civakî (SES) a Şaxa Êlihê têkildarî 8 gundên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve daxuyaniyek nivîskî belav kir û li dijî qutkirina avê derket. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serdema pandemiyê de qutkirina avê zirarek cidî dide tenduristiya xelkê û wiha hat gotin: “Ev ambargoya avê ya li ser gundiyan, di şertên asayî de jî zirarê dide. Lê di van şertên pandemiyê de nebûna hin bêtir zirarê dide xelkê. Nebûna avê û ava qirêj dibe sedema gelek nexweşînan. Nexasim li gorî agahiyên me ji gundên av lê hatine qutkirin bi dest xistine, weqayên wek emelbûnê belav bûye.   Lig elek gundan ji ber vîrûsa koronayê hin mal di bin karantînayê de ne. Em van sepanên ku tenduristiya xelkê dixe talûkeyê qebûl nakin. Em dixwazin xelk bêav neyê hiştin û mafê wan e ku ji ava paqij sûd werbigirin.”