Cezayê hefsê li rojnamevan Şîmşek hat birîn 2021-07-08 15:05:50   STENBOL - Dadgehê, ji ber nûçeyên ku çêkirine 11 meh 20 roj cezayê hefsê li rojnamevan Cem Şîmşek birî.    Danişîna biryarê ya Midurê berê yê ji Karên Nivîsê yê Evrenselê Berpirsyar Cem Şîmşek ê ji ber nûçeya xwe ya bi serenavê “Karîkaturîstên Alman Erdogan nexweş xêz kirin” bi îdiaya “Heqareta li Serokkomar” doz lê hatibû vekirin, li 27’emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyê ya Bakirkoya Stenbolê hat dîtin. Parêzerê Cem Şîmşek, Devrîm Avci û parêzerê gilîker di danişînê de amade bûn.    Parêzer Avci, di parastina xwe de diyar kir ku Şîmşek di çarçoveya azadiya çapemeniyê de karîkatura ku karîkaturîstên Alman xêz kirin parve kiriye, ev ne sûc e û daxwaza beraeta Şîmşek kir.    Dadgehê bi îdiaya “Heqareta li Serokkomar” 11 meh 20 roj cezayê hefsê li Şîmşek birî û biryara taloqkirina  înfaza ceza da.