Beriya hatina Erdogan a Amedê li mal û kargehan lêgerîn hat kirin 2021-07-08 16:45:00   AMED - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan sibê tê Amedê. Beriya hatina wî li ser rêgeha konvoya Erdogan nasnameyên welatiyan tên kontrolkirin û li kargehan û ser rêyan lêgerîn hatin kirin.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan sibê tê Amedê. Beriya hatina Erdogan li ser rêgeha wê têde derbas bibe li mal û kargehan lêgerîn hat kirin. Welatiyên li van malan û kargehan nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Erdogan wê li Mizgefta Kûrşûnlû ya li Sûrê ku di şer de hatibû rûxandin nimêja înê bike û pişt re jî biçe ber avahiya HDP’ê û serdana wan malbatên li wir hatine sekinandin bike. Erdogan dê pişt re derbasî ber avahiya Walîtiya Amedê bibe û “merasîma vekirinên komî” ku hêj bi raya giştî re nehatiye parvekirin li dar bixe.    QEYÛMAN DEST BI PAQIJIYÊ KIRIN    Li seranserî Amedê ango li ser rêgeha Erdogan xebatkarên şaredariyên Amedê di bin rêveberiya qeyûm de ne dest bi karê paqijiyê kirin. Ji niha ve li ser rêgehê “ewlehiyê” derxistine asta herî jor.    CARA YEKEM E TIŞTEK WIHA TÊ KIRIN    Hat zanîn ku ji bo hatina Erdogan bi hezaran polîs hatine wezîfedarkirin û li ser cadeyên Xarpêt, Riha û Çewligê û li Bulwara Qamişlo mal û esnaf hatine kontrolkirin û nasnameyên kesên li van deran rûdinên û esnafiyê dikin kontrol kirine.    SOYLÛ BÊDENG HAT Û BÊDENG ÇÛ    Beriya Erdogan were Amedê, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî duh hatibû Amedê û bêdeng hatibû û bêdeng ji bajêr veqetiya. Cara yekemîn e ku sepanek wiha tê kirin. Wezîrê Karên Navxweyî beriya hatina Erdogan tê Amedê.