Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Dê Denîz bi ser bikevin, faşîzm têk biçe 2021-07-08 20:51:52   ÎZMÎR - Hêzên Ked û Demokrasiyê ku ji Qada Gundogdûyê bang kirin: "Em ê bi hev re welatekî wekhev, azad û demokrratîk ava bikin. Dê denîz bi ser bikevin, faşîzmê têk biçe."    Li Îzmîrê ji hêla Hêzên Ked û Demokrasiyê bi dirûşmeya “Ji bo demokrasiye bêhnek” li Qada Gundogduyê mîtîngek hat lidarxistin. Bi hezaran kes piştî lêgerînê li qadê cih xwe girt. Her wiha nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), CHP, Partiya Çepgir a Kesk, Partiya Rizgariya Nû ya Sosyalîst (SYKP), Serokê Şaredariya Îzmîrê Başkanı Tunç Soyer, Partiya Şoreşger, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), gelek nûnerên saziyên sivîl û dayik û bavê Denîz Poyraz a ku di encama êrişa li hemberî Rêxistina HDP’ê de hatî qetilkirin Fehîme û Abdullah Poyraz jî tevlî mîtîngê bûn.   Di mîtîngê de dirûşmeyên wekî “Faşîzm dê têk biçe, dê serkeftin bibe ya Denîzan”, “Denîz nemir e”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” “Em natirsin û îtaetê nakin”, “Hikûmet îstifa”, “Bijî biratiya gelan”, “Em soz didin Denîzê” û “Ev hêj destpêke, dê têkoşîna me bidome”, berz kirin. Her wiha di qada mîtîngê de wêneyên Denîz Poyraz a ku di encama êrişa li hemberî Rêxistina HDP’ê de hatî qetilkirin hatin vekirin. Partî û saziyên sivîl bi pankartên xwe yên cuda tevlî mîtîngê bûn.    Şaredarê Tunç Soyer, derket ser dikê peyama têkoşîna hevpar da. Serokê CHP’ê ya bajarê Îzmîrê Denîz Yucel, silav da girseyê û diyar kir ku dê bê navber têkoşîna edaletê bidin meşandin. Di mîtîngê de peyama hevpar a Hêzên Ked û Demokrasiyê ji hêla nûnerê Herêma Egeyê ya DÎSK’ê û di heman demê de jî endamê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Memîş Sari ve hat xwendin.    Di mîtîngê de Pervîn Buldan jî axivî û bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û got: “Di 17’ê hezîranê de li hemberî Rêxistina me êrişek pêk hat û hevala me hat qetilkirin. Ev êriş li hemberî gelên li Îzmîrê, li hemberî gelê Kurd û li hemberî jinan bû. Ev bajar bi taybet hat bijartin. HDP taybet hedef hat girtin. Êrişek bi plan û organîze kiribû. Di heman demê de hêviyên aştiyê hatin gulebaran kirin. Em carek din qetilkirina Denîz û êrişa li hemberî partiya xwe şermezar dikin.” Pervîn axaftina xwe bi kurdî bi dawî kir.   Her wiha Mîthat Sancar jî derket ser dikê û wiha bal kişand ser armanca qetilkirina Denîz Poyraz: “Guleya ku Denîz Poyraz hedef girt di esasê xwe de hedef girtina têkoşîna hevpar a kurd û tirkan e. Lê îro em carek din bersiv didin ku vîna gel a hevpar tu carî naqede. Denîz Gezmîş û Denîz Poyzar dê rêya me ronî bike.”   Herî dawiyê jî berdevka Partiya Azadiya Civakê (TOP) Juliana Gozer, axivî û diyar kir ku bi qetilkirina Denîzê dixwazin HDP’ê bê deng bikin. Juliana, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê divê bê zanîn ku me soz daye Denîz û em ê welatê ku hez dikir biafirînin. Niha bi hezaran Denîz li vir in. HDP bêdeng nabe û nayê bêdengkirin.