Îzol: Karê me yê ewil dê çalakiyên greva birçîbûnê bin 2021-07-09 09:10:19 RIHA - Mehmet Welat Îzol ku bû Serokê Baroya Rihayê, piştî 35 salan peywira bavê xwe hilgirt. Îzol, bibîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan hatine asteke xetere û got: "Em ê tavilê mudaxileyî vê pirsgirêkê bikin. Wext hindik maye." Desteya Giştî ya 35'an a Baroya Rihayê di 3-4'ê Hezîranê de hat lidarxistin. Mehmet Welat Îzol (44) 362 ray girtin û bû Serokê Baroya Rihayê. Îzol, bi vî awayî piştî 35 salan peywira bavê xwe Parêzer Mûstafa Kemal Îzol hilgirtin. Bavê wî di navbera 1984-86'an de Serokê Baroya Rohayê bû.    Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzol, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Îzol, anî ziman ku di dîroka baroyê de cara ewil e ku bav û kur hatine heman meqamê û got: "Ev ji bo min cihê şanaziyê ye. Bavê min jî ev peywir hilgirtibû ser xwe. Helbet Baroya Rihayê pir guherî. Gava bavê min serokê baroyê bû, baro biçûk bû. Baro, wê çaxê li Edliyeya Rihayê ya berê li odeyeke biçûk hatibû avakirin. Hejmara parêzeran kêm bû. Lê niha pir guherî ye, hema bibêje bûye baroyeke qerase. Di ser hezar û 600'î re parêzerên wê û 200 stajyerên wê hene. Berê li baroyê kesek dixebitî, lê niha nêzî 25 xebatkarên me hene. Wê çaxê odeyek bû, lê niha avahiyeke me ya 4 qatî heye. Haya me ji zor û zehmetiyan heye, lewma em bûn namzet û wisa difikirim ku em ê ji heq wê derkevin."    TÊKOŞÎN LI DIJÎ BINPÊKIRINÊN MAFAN    Îzol, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li herêmê û got: "Dil dixwaze binpêkirinek mafan jî tune be. Hêviya me ya ewil ev e. Her kes dipirse, çima Baroya Rihayê ev qasî berçav bûye. Em di heyameke awarte re derbas bûn. Pandemî, pêşniara pirbaroyî, guherandina delegeyên ji bo hilbijartina baroyan hwd. nîqaşên bi vî rengî berçav kir. Baroya me jî di têkoşîna di vî warî de rol û risteke çalak hilgirt. Têkoşîna wê ya li hemberî binpêkirinên mafan ên li herêmê jî, ew berçav kir. Hêvîdar im dê tu carî binpêkirinên mafan, sûcên li hemberî zarok û jinan çênebin da ku em jî li ser meseleên pîşeya xwe hûr bibin. Em ê li dijî hemû binpêkirinên mafan bi awayekî çalak bitêkoşin."    Îzol, dirûşmeya "heye em îşkenceyê ji vê axê biqewirînin em ê bitêkoşin" a baroyê bibîr xist û got: "Heya binpêkirinên mafan hebin em baroyên herêmê em ê li dijî vê bi awayekî çalak bitêkoşin."    WEKHEVÎ   Îzol, destnîşan kir kir ku di baroyê de doza temsîliyeta wekhev kirine ûg ot: "Ji bo me gotina jinê pir girîng e. 3 hevalên me yên jin ji bo desteya rêvebir hatin bijartin. Ev ji bo me tiştekî hêja ye. Divê jin bi awayekî çalak tevkariya rêvebiriya baroyê bikin. Me jî di dema hilbijartinê de hewil da hevalên me yên jin daxilî nav vê pêvajoyê bibin. Ji ber ku di baroyê de hejmara hevpîşeyên me yên jin hindik bû, ancax me karibû ev qas hevpîşeyên xwe daxilî nav bike. Temsîliyeta jinê girîng e. Jin di karê xwe de serkeftîtir in. Em qîmetê didin temsîliyeta wekhev."    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Îzol, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 225 roj in çalakiyên greva birçîbûnê li dar dixin. Îzol, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê di asteke xetere de ne û dê di warê şopandina grevên birçîbûnê de xebatine çalak bikin. Îzol got: "Ji bo çareseriyê em ê raporan amade bikin. Me nû dest bi peywirê kiriye, lê em ê tavilê mudaxileyî vê pirsgirêkê bikin. Heya ji destê me bê em ê ji bo vê pirsgirêka mezin bixetin. Wexê me hindik maye, em ê di cî de komîyonên xwe ava bikin û dest bi xebatan bikin."    MA / Emrûllah Acar