Fermandarê qereqolê û cîgirê wî ji ber 'defînegeriyê' ji peywirê hatin girtin 2021-07-09 09:13:24 MÊRDÎN - Piştî ku derket holê Fermandarê Qereqola Darayê Suleyman K. û cîgirê wî Mehmet A. tevî şebekeyekê dest bi defîngeriyê kirine, bêyî haya kesî jê çêbibe her du kes ji peywirê hatin girtin.  Di 19'ê Hezîranê de Fermandarê Qereqola Darayê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Suleyman K. û cîgirî wî Mehmet A. jî di nav de şebekeyeke 21 kesî ji ber "defînegeriyê" hatin binçavkirin. Ev kesên ku hat tespîtkirin ku li Darayê û Qurdisê sê mehan li xizîneyan geriyane, ji şêniyên herêmê re gotine "dê seretûn (depoya hewaya sar) ava bikin" û li herêmê dest bi lêgerîna xizîneyan kirine.    Piştî ku gundî dibînin gelek deverên herêmê hatine kolandin, diçin qereqolê gilî dikin lê belê dîsa jî ev kes dev ji lêgerîna defîneyan bernadin. Cendirme diçin herêmê û ji gundiyan re dibêjin haya wan jê heye. Piştî vê gundî diçin Midûriyeta Muzeyê û dû re jî li CÎMER'ê giliyê van kesan dikin. Piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsînê dide destpêkirin û kesên biguman tên şopandin. PIştî lêpirsînê bi fermana dozgeriyê 21 kes tên şopandin.    JI PEYWIRÊ HATIN GIRTIN    Piştî 4 rojên di binçavan de, fermandarê qeteqolê Suleyman K. û cîgirê wî binefser Mehmet A. jî di nav de 21 kes di 22'yê Hezîranê de bi şertê kontrola edlî tên berdan. Paşê Suleyman K. û Mehmet A. bêyî haya kesî jê çêbibe ji peywirê tên girtin.    PARASTINA FERMANDARÊ QEREQOLÊ    Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand dosyeya lêpirsînê. Suleyman K. di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku derbarê kolandinê de 4 lêkolîn kirine û ev yek ragihandine deverên têkildar. Suleyman K., aniye ziman ku cihê hatiye kolandin ne qada SÎT'ê bûye û berpirsiyarê kolandinê jê re gotiye dê li vir avahiyê çêbikin. Suleyman K. gotiye: "Ji min re got gava tapoyê bînim, dê pirsgirêk nemîne, min jî jê re got dê nemîne."    HAYA FERMANDAR JÊ HEBÛYE   Lê bereksê parastina Suleyman K., cîgirê wî Mehmet A. jî di îfadeya xwe de gotiye: "Haya fermandarê me Suleyman K. ji her tiştî hebû. Çi bihata kirin wî pesend dikir. Suleyman K., gelek caran li odeya xwe ya meqamê hevdîtin bi Kemal A. re kir. Min bêyî fermandar Suleyman K. tu tiştek nekiriye. Haya Suleyman K. ji kolandinê û lêgerîna defîneyan hebû. Gava îxbar hat ku li Qurdîsê bi qaçaxî deverek tê kolandin, em çûn. Gava em çûn Suleyman K. got, 'Haya min jê heye, tu tişt ji vir dernayê belsebeb perê xw exerc dikin. Li defîneyan digerin.'"    Mehmet A. diyar kiriye ku berî operasyonan bi fermana fermandar xeber digihaşt qaçaxçiyan û ajovanê pê re jî şahidê van tiştan bûye. Mehmet A. gotiye: "Fermandarê me bi xwe di nav de ye. Lê di kîjan asta organîzasyonê de ye nizanim. Fermandarê me û qaçaxçî bi hev re tevdigerin. Wî ferman da min. Çi hebe hemû wî daye kirin. Suleyman K., ji min re got telefonî K.A. bike bila ji cihê bûyerê birevin."    MA / Ahmet Kanbal