Serokê Maden-Îşê Çetîn û endamê sendîkayê jiyana xwe ji dest dan 2021-07-09 10:34:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Maden-Îşê yê Serbixwe Tahîr Çetîn û endamê sendîkayê Alî Faîk Îlter, di vegera Enqereyê de di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.   Serokê Giştî yê Maden Îşê ya Serbixwe Tahîr Çetîn û endamê sendîkayê Alî Faîk Îlter bi karkerên Ûyar Madencîlîkê re ji bo tazmînatên nayê dayîn ji navçeya Somaya Manîsayê çûbûn Enqereyê. Di vêgerê de wesayîta wan qezaya trafîkê kir û jiyana xwe ji dest dan.    Têkildarî qezaya trafîkê Maden Îş li ser hesabên xwe yên medya civakî agahî belav kir û got: “Êşa me gelek mezin e! Hêrsa me gelek mezin e! Serokê karkerên madenê yê egîd serokê me yê giştî, her tiştê me Tahîr Çetîn û serokê me, canê me Alî Faîkê xwe me winda kirin.”