HDP’ê serdana esnafên titûnê kir 2021-07-09 13:39:33   SEMSÛR - Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, bi heyeteka ji partiya xwe li Semsûrê serdana esnafan kir.   Li Semsûrê, esnafên titûnê ji ber "belgeya rayeyê" ku Wezerata Daristan û Çandniyê li wan ferz dike, mexdûr bûne. Li dijî vê belgeyê Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, bi heyetekê serdana esnafên titûnê kir. Surucu û heyeta pê re wê tevahiya rojê li navenda û navçeyên Semsûrê serdana esnaf û hilberînerên titûnê bike.    Surucu, di serdana xwe ya li navenda Semsûrê de axaftinek kir û diyar kir ku li dijî nêzikbûna ku esnaf û hilberînerên titûnê mexdûr dike li cem esnaf û hilberînerên titûnê ne.