Dermankirina zarokê ku eskeran ew birîndar kiribû didome 2021-07-09 14:34:56   AGIRÎ - Dermankirina zarokê ku li navçeya Bazîdê bi gulebarana eskeran birîndar bû didome.   Eskerên ku di 6’ê tîrmehê de li gundê Gungoren ê navçeya Bazîda Agiriyê derketibûn operasyonê, gule li Hamît Angîn ê 15 salî ku pezê xwe diçerand reşandibûn û lingê wî birîndar kiribûn. Dermankirina Angîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê didome.   Balkêş bû ku polîs tevahiya rojê li pêş odeya ku Angîn lê tê dermankirin disekinin. Polîsan ji nûçegihanê me yê xwest dîmenên Angîn bikişîne re got “Ji ber kovîd-19’ê qedexe ye. Ferman wisa ye, teqez em nikarin we bigirin odeyê.”