Tirkiye qebûl kir ku di doza Erdem de lêpirsînek bibandor nekiriye 2021-07-09 15:33:08 AMED – DMME’yê ji bo doza Aydin Erdem got Tirkiyê lêpirsînek bi bandor bi rê ve nebiriye û Tirkiye vê yekê qebûl kir û “xemgîniya” anî zimzan.  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), tekildarî doza xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ê di xwepêşandana girtina Partiya Civika Demokratîk (DTP) de li Amedê di 6’ê kanûna 2009’an de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, biryar da. DMME’yê derbarê kuştina Erdem de biryara binpêkirinê da û xwest ku Tirkiye 13 hezar û 500 euro tazmînatê razîne.    Tirkiye li şûna sûcdarkirinê ku parastinê bişîne DMME’yê deklarasyonek yek alî şand. Tirkiye qebûl kir ku lêpirsînek bandor têkildarî kuştina Erdem de hatiye kirin û diyar ku ji ber vê yekê “xemgîn” e.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku li doza Erdem dinêhire li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên ÎHD’ê di civînê de amade bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn diyar kir ku ew ji niha şûn ve jî li benda Serdozgerê Komarê yê Amedê ne ku faîlan ceza bike û ew ê di vê derbarê de gilî bikin.