Li Girtîgeha Tarsûsê binpêkirinên mafan zêde bûn 2021-07-09 15:41:52   MERSÎN - Heyeta ku ji TÛAY-DER, OHD û ÎHD’ê pêk dihat, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmara 3 a Tîpa T a Tarsûsê zêde bûne bi raya giştî re parve kir.    Heyeteke ku ji Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Himxwaran a Çûkûrovayê (TUAY-DER), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mersînê û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê pêk dihat, rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmara 3 a Tîpa T a Tarsûsê amade kiribûn, bi raya giştî re parve kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku heyet beriya 2 rojan çûye girtîgehê û bi girtî Mûhammed Akyuz û Huseyîn Turmak re hevdîtin kirine.    BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHÊ   Di raporê de hurguliyên hevdîtina ku hatiye kirin hatin ragihandin; hestiyê qorika çepê ya Akyuz parçe bûye, ji ber vê piyê Akyuz ê çepê ji sedîm 80 peywir nabîne. Di meşê de zehmetiyan dikişîne. Bêyî pişgiriya destê xwe nikare piyê xwe yê çepê rabike. Ji bo berê li Amedê tedawî dîtiye, ji ber ku sewqî Tarsûsê hatiye kirin ev tedawî di nîvî de maye. Ji bo ku bê berdewamkirin hatiye daxwazkirin ku sewqî Amedê ya jî girtîgeheke nêzî Amedê bê kirin. Girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê cezayê dîsiplînê tên birîn. Girtiyên bi navê Mehmet Alî Turk, Îsmaîl Çoban, Fatîh Baran, Îhsan Kiziltay, Velî Efendîoglû hatine sirgûnkirin.