Hatina Erdogan trafîka Amedê serûbin kir 2021-07-09 16:04:43 AMED - Hatina Serokkomarê AKP’yî Erdogan a Amedê adeta jiyana li bajêr tevizandiye. Kêliya ku Erdogan çû ber HDP’ê, rêya Rihayê hat girtin û bû sedema bi hezaran wesayît bisekinin.   Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li Amedê piştî nimêja înê kir û beşdarî civîna Rêxistina AKP’ê ya Amedê bû, berê xwe da ber deriyê HDP’ê û serdana wê grûpa li wir tên sekinandin kir. Kêliya ku Erdogan hat wî konê ber HDP'ê rêgeha li vir ji trafîkê re hat girtin. Ji ber rêgirtina trafîkê li ser rêya Rihayê bi sedan wesayît di bin kelegerma havînê de sekinînin. Hatina Erdogan a Amedê adeta bajêr felc kiriye.    Kêliyek dirêj rê girtî hat hiştin. Ji serê sibehê ve li esmanên Amedê jî helîkoptêrên leşkeriyê û polîsan difirin û her cihê ku Erdogan diçê bi awayek nizm difirin.    Şifêrên wesayîtan ku di rê de man, pê li kornoyên wesayîtên xwe kirin û bertek nîşan dan. Piştî demek şûn ve rê li trafîkê hat vekirin.