Esnafên amedî: Em kartên krediyê qilopanî dikin û bi vî hawî debara xwe dikin 2021-07-10 09:04:43 AMED - Amedî ku ji ber bihabûna fiyetan perîşan bûne û nikarin deynên xwe yê kredyê bidin, diyar kirin ku piştî pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat qutkirin krîz dest pê kiriye û Tirkiye noq bûye.  Li Amedê me têkildarî bihabûna fiyetan ku her roj biha dibin mîkrofon da ber devê gel.      ‘DÊ HERIN, XELASIYA WAN TUNE YE'    Esnaf Abdûllah Eser, diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetan nikarin debara xwe bikin. Eser, anî ziman ku di demên dawî de her tişt ji sedî 60 biha bûye û got: "Fatûreya ku meha borî 23 TL bû, vê mehê 74 TL hat. Bila kes kesî nexapîne. Ev, xwe dixapînin. Wellehî dê biçin, xelasiya wan tune ye. Xwîna me mêtine."    GER AZADÎ TUNE BE...    Eser, bilêv kir ku çendî ku wexte zebze ye jî lê kîloya firingiyan bi 5 TL'yan dikirin û bertek nîşanî mizgîna îqtidarê a ji bo gaza xwezayî da û got: "Li vî welatî gaza xwezayî jî bê dîtin û petrol jî bê dîtin, lê heya nelirêtî û gendelî lê hebe û demokrasî û azadî tune be, ew welat nemaye, qediyaye."    WELAT NOQ BÛYE   Eser, destnîşan kir ku piştî ku îqtidarê pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re qut kiriye Tirkiye veguheriye welatekî ku mirov nikarin lê bijîn û got: "Ka pere? Birao, 128 milyar dolar bi ku de çû? Her kes tiştekî dibêje. Yek dibêje 'pereyekî wiha tune ye.' Yek dibêje, 'nizanim li ku ye.' 128 milyar dolar heye tune ye, bila tiştekî bibêjin. Helbet dê rojekê diyar bibe bê bi ku de çûye. Ez ne dikarim biçim qehwexaneyê ne jî maçê. Bi navê jiyana civakî jiyanek min nemaye. Bi şev nikarim biçim cihekî jî. Nayê bîra min ku di dema vê hikûmetê de çûbim betlaneyê. Piştî pêvajoya çareseriyê hat astengkirin, rastiyên Tirkiyeyê aşkere bûn. Di 5-6 salan de welat noq kirin. Ev ji ber astengkirina pêvajoya çareseriyê wisa bû."      Mehmet Bayarê teqawidbûyî jî anî ziman ku meaşê wan ji sedî 8 hatiye zêdekirin, lê hemû ber jî ji sedî 15 hatine bihakirin û got: "Îqtidar yekê dide, dudoyan distîne." Bayar, destnîşan kir ku tu tiştekî bi kêrî gel bê tune ye û got: "Înşelleh dê biçe, û yê bê baş be."    NE XEMA YÊ QESRÊ YE    Sadik Çelîk jî bilêv kir ku tiştê bi destê wan dikeve ancax têra fatûreyên wan dike û dewleta civakî bi temamî ji holê rabûye. Çelîk, anî ziman ku 9 sal in esnaftiyê dike û got: "Xwedê dawiya me bi xêr ke. Dê ev heya kengî wisa dewam bike, nizanim. Berên ku em difiroşin em nikarin bi heqê ku em difiroşin jî bistînin. Ceryan, ggaz û av tên bihakirin. Pereyê di bêrîka de hemû diçe heqê fatûreyan. Em ê heya kengî deyax bikin, nizanim."    Çelîk, destnîşan kir ku her cara ku îqtidar behsa mizgîniyekê dike, piştî wê fiyet biha dibin. Çelîk, bilêv kir ku bi binçavkirin û girtinê gef li mirovan tên xwarin û got: "Tu nikarî hemû welêt têxî girtîgehê. Heger tevahiya Tirkiyeyê li ber te rabe, nexwe tu neheq î. Heger bên jî ser seran ser çavan. Em ji xeynî Xwedê ji tu kesî natirsin."    'EM KARTÊN KREDIYÊ QILOPANÎ DIKIN'    Esnaf Devran Sûn, anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetan nikare deynê xwe bide û ji ber vê ketiye ber îcrayê. Sûn, diyar kir ku çay û avê difiroşe û got: "Ava ku min bi 7 lîreyan stend, niha bûye 12 TL. Êdî em tiştekî qezenc nakin. Hema bibêje em hemaltiyê dikin û berên xwe difiroşin gel. Jixwe em nikarin deynê ceryanê bidin. NIha ketime ber îcrayê. Tê dibirin û diçin. Divê aliyê esnafan û mirovan bikin. Gel, beleheq naçe Ewropayê. Heger derî vekirîbûna ez ê jî biçûma. Hevalo, êdî mirov nikarin li vî welatî bijîn. 15 sal in esnaf im, min bi qasî van he rdu salan bihabûneke wisa nedîtiye. Niha der destê cejnê ye, lê milet dikanên xwe difiroşin. Esnaf nemane. Kartên xwe yên krediyê qilopanî dikin. Dawiya me nebaş e, divê ev dewlet biguhere yan na em ê nemînin."    Ahmet Eser jî anî ziman ku gava li gor dilê îqtidarê neaxivin wekî "terorîst" tên dexmekirin û got: "Ê min tenê dolabek min heye, lê vê mehê 305 TL heqê ceryanê ji min re hatiye. EM tiştekî qezenc nakin, bi ser de jî em didin dewletê. Êdî em hew deyax dikin. Meha borî dikana min 17 roja  girtî bû, lê fatûre 186 Tl hat. Ez êvaran jî ceryanê digirim."    'EM DI BIN ZEMMAN DE DIECIQIN'    Mehmet Gunduz jî anî ziman ku îqtidar her roj fiyetan biha dike û got: "Ev zem tenê ne min, bandorê li tevahiya welêt dikin. Fatûreya ku min berê 60 TL bû, niha bûye 110 TL. Em ji gotinek wî zilamî jî bawer nakin. Tu xezîne mezîne nehatine dîtin. Xezîne bêrîka welatiyan e. Çav berdaye bêrîka welatiyan û ji vê re jî dibêje mizgîn. Em di bin van zemman de dieciqin. Em deyn dikin. Em nikarin xercaneyê jî bidin zarokên xwe. Kurê min diçe dibistanê nikarim jê re bêjim 'kurê min ji te vî 10 lîreyî.' Jixwe me porsizoyonên xwe biçûk kirine. Bila rojek berî rojekê biçe, em jê xelas bibin."    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol