Zarokê 12 salî ji ber zilmê daye ser rêyan 2021-07-10 09:04:44 WAN – Penaber O. B. (12) ku ji Afxanistanê hatiye Wanê, anî ziman ku ji ber zilmê reviyaye.  Bi deh hezaran penaberên ku bi hêviya biçin Ewropayê ji welatên wekî Afxanistan, Pakistan û Bangladeşê direvin, di ser Îranê re tên Tirkiyeyê. Gava tên Tirkiyeyê rawestgeha wan a ewil Wan e. Piraniya penaberên ku tên Wanê jî zarok in. Yek ji vana jî O.B.'yê 12 salî ye ku ji bajarê Tahar ê Afxanistanê reviyaye.    O.B., anî ziman ku Talîbanê avêtiye ser taxa wan û tahde li wan kiriye û ji ber vê neçar maye dev ji welatê xwe berde. O.B. got: "Lê ditirsim bêm zevtkirin û min cardin bişînin Afxanistanê."    JI BO BIÇE ENQEREYÊ 1000 DOLAR DAYE    O.B., bi lêv kir ku ji bo biçe Enqereyê, li Îranê hezar dolar daye qaçaxçiyên mirovan û vî pereyî jî ji xizmekî xwe yê ku li Enqereyê dixebite deyn kiriye, lê gava bixebite dê deynê xwe bide.   Zarokê penaber got: "Min pir zehmetî kişand. Ez ê pir bêriya malbata xwe bikim, lê tiştek ji dest min nayê."