Hevdîtina bi îstîxbaratê re li girtiyan ferz dikin 2021-07-10 10:21:57   EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dimînin diyar kirin di nav tecrîdê de tecrîdê dijîn û dan zanîn ku bi gotina “parêzerê we hat” hevdîtina bi îstîxbaratê re li wan tê ferzkirin.    Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê dimînin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn bi rêya nameyeke ragihandin. Girtiyan diyar kirin ku rayedarên girtîgehê bersivê nadin daxwazên wan ên hevdîtinê yên derbarê binpêkirinên mafan de û bi lêv kirin ku her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin.    ODEYA TECRÎDÊ    Girtiyan diyar kirin ku di hatin û çûyîna nexweşxaneyê û hevdîtina bi malbatan re “lêgerîna dev” li wan tê ferzkirin û ragihandin ku girtiyên nexweşên penceşêrê jî di nav de, girtî li dijî pêkanînên şikandina rûmetê naxwazin biçin nexweşxaneyê. Girtiyan, dan zanîn ku di beşa “qeydkirina girtiyan” a ketina girtîgehê de ji girtiyan pirsa “tu di nav rêxistinê de çalakî?” tê kirin û wiha gotin: “Ev nêzîkatî kesan krîmînalîze dike û mayîna li odeyên kesên serbixwe tê ferzkirin, ev nêzîkatî derveyî hiqûqê ye û tu rayeya gardiyanan nîne ku vê pirse bipirsin. Wekî din dema girtî ewil tên girtîgehê demekê li ‘odeya tecrîdê’ tên sekinandin. Di mewzûatê de tu cihê vê yekê nîne.”   MAFÊN CIVAKΠ   Girtiyan destnîşan kir ku di demên dawî de endamên emnîyet û îstîxbaratê bi awayekî zêde tên girtîgehê û bi gotina “parêzerê we hat” hevdîtina bi îstîxbaratê re li wan tê ferzkirin. Girtiyan dan zanîn ku bi hêceta pandemiyê hemû mafên wan ên civakî hatine astengkirin, tecrîdê di nava tecrîdê de dijîn, hevdîtinên vekirî nayên kirin, dema hevdîtinên girtî bi awayekî kefî hatiye sînorkirin û çalakiyên civakî yên di nava wan de hatine astengkirin.    QEDEXEYA KURDΠ   Girtiyan diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji daxwazên wan ên ode guhertinê re bersivê nadin, li gorî kêfa xwe odeyan diguherînin û wiha gotin: “Niha hêj girtiyên bi navê Bekîr Kûdak û Abdulkadîr Aybars bê hêcet weke bêdem di odeyên yek kesî ku baxçeyê wan jî nîne de tên girtin. Ev pêkanîn weke cezayê hucreyê ye, derveyî maf û rûmeta mirovan û mafê jiyanê ye û pêkanîneke tolhildanê ye. Nameyên ku girtî dixwazin bi kurdî binivîsin û bişînin nayên şandin. Dema girtî aqûbeta nameyan dipirsin hêcetên wan derdikevin holê. Rayedar ne şandina nameyan gotina ‘karmendê eleqedar bi destûr e’ hêcet didin nîşandan.”    DIVÊ MAFÊ JIYANÊ BERÇAV WERE GIRTIN   Girtiyan ragihand ku xwarinên ku didin wan têra wan nakin, rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel, Bîrgun û hin kovaran bi hêceta Qanûna Derbarê Înfazê ya Bergiriyên Ewlehî û Cezayê ya hejmara 5275 nadin wan û ev tişt ragihandin: “Girtiyên ku di 27’ê Mijdara 2020’an li dijî şertên tecrîda giran û binpêkirinên mafan ketin çalakiya greva birçîbûnê pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Heke daxwazên wan neyên qebûlkirin wê encamên giran derkevin holê. Em dixwazin ku rayedar di çarçoveya rêgezên hiqûqa gerdûnî daxwazên me qebûl bikin û ev pirsgirêkên tenduristiyê yên di vê pêvajoyê de derketin holê di çarçoveya mafê jiyanê de werin çareserkirin.”