Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin 2021-07-10 15:16:23   EDENE - Ji Girtîgeha Tîpa M A Ceyhanê bi hinceta ku "qapasîte têje ye" 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin.    Girtiyên bi navê Omer Tolûk, Zafer Bahadir, Mûstafa Ozer û Mehmet Emîn Ado, bi hinceta ku "qapasîte têje ye" ji Girtîgeha Tîpa M A Ceyhanê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê ya Edenê hatin kirin. Xizmên girtiyan, dan zanîn ku piştî mijûlbûneke dirêj xwe gihandine agahiyên sewqkirina girtiyan û ev agahî dan: "Beriya niha li Girtîgeha Ceyhanê tenê 6 girtiyên siyasî hebûn. Bi van isrgûnan li Ceyhanê tenê Mazlûm Erdem û Gokhan Yilmaz man e. Rêveberiya girtîgehê jî ji girtiyan re gotiye ku li girtîgehê pirsgirêka cih heye, hejmara we jî kêm bû, em ê girtiyên pasîf dimînin bidin qawişa we." .