Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin 2021-07-10 15:42:51   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin û wiha gotin: “Ev doz, dozeke ku ‘kes xwe di nav ewlehiyê de hîs neke’ hatiye vekirin.”   Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û kujerên wan bên cezakirin di hefteya 850’emîn de bi rêya onlinê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, bal kişandin ser doza ku piştî astengkirina çalakiya rûniştînê ya hefteya 700’emîn a derbarê wan de hatibû vekirin.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, bi bîr xist ku wê 2’yemîn danişîna dozê di 12’ê tîrmehê de li Edliyeya Stenbolê were dîtin.    ‘LI DERVEYÎ HIQÛQÊ TEVDIGERE’   Turkdogan, bi bîr xist ku Suleyman Soylû çalakiya rûniştinê ya wê rojê qedexe kir, polîsan mudaxaleyî dayika kir û wiha got: “Ev yek têre nekir, doz jî hat vekirin. Em 699 rojan li wir rûniştin, ewlehiya cemaweriyê xerab nebû çi bû ku di hefteya 700’emîn de ewlehiya cemaweriyê xerab bû. Ji ber ku siyaseta Wezîrê Karên Hûndir bû sedemê vê. Êdî herkes dizane ku ev kes derveyî hiqûqê tevdigere. Di salên 90’î de Agar jî wisa bû. Ji ber vê yekê em bang dikin ku dest ji qedexeyan berdin. Ji ber ku wê têkoşîna edalet û azadiyê qezenç bike. Wê berxwedan û baweriya dayikên me van qedexeyan biçirîne û biavêje. Ez bawer dikim ku wê 12’ê tîrmehê biryara beraetê were dayîn û wê ev bê hiqûqî bi dawî bibe.”   Dûre Dayika Şemiyê Emîne Ocak axivî û wiha got: “Ez ji bo zarokên xwe û neviyên xwe edaletê dixwazim.”    ‘ME NE, FAÎLAN DARIZÎNIN’   Keça Fehmî Tosûn ê di bin çavan de hat qetilkirin, Jiyan Tosûn jî li ser navê Zarokên Şemiyê mafê axaftinê girt. Tosûn xwest ku aqûbeta bavê wî were aşkerakirin û berpirsyar werin darizandin. Tosûn, da zanîn ku dayika wê bi salan li Qada Galatasarayê di çalakiya rûniştinê de cih girtiye, bi erdê re hatiye kaşkirin û wiha got: “Wê rojê cih nedan ku em li qadê rûnin. Bi kaşkirina bi erdê re em hatin binçavkirin. Daraza ku ji daxwazên me re guhên xwe digire, têkiliyên qirêj paşguh dike, dosyayên kiryarên ne diyar û windayan di rafan de dirizîne, bê dudilî me didarizîne. Me ne, faîlên bavên me bibînin û darizînin.”   Xwarziya Hasan Ocak ê di bin çavan de hatibû windakirin û pişt re cenazeyê wî hatibû dîtin Dîlcan Acer jî li ser navê Nêviyên Cumartesiyê mafê axaftinê girt. Acer, diyar kir ku li Qada Galatasarayê mezin bûye û wiha got: “Îro ji ber xalê min û xaltiya min li edaletê digerin û li aqûbeta xalê min yê hat windakirin digerin tên darizandin. Em tu car dest ji xwestina edaletê û heqîqetê bernadin.”   PEYAMA ‘XWE DI EWLEHIYÊ DE HÎS NEKIN’   Daxuyaniya vê hefteyê yek ji Mirova Şemiyê Îkbal Eren xwend. Eren, bi bîr xist ku di hevdîtina hefteya 700’emîn a Dayikên Şemiyê ya di 25’ê tebaxa 2018’an de bi tundiyeke giran a polîsan hatibûn astengkirin û wiha got: “47 kes hatin binçavkirin. Ji wê rojê ve Qada Galatasarayê ya polîsên bi çekên giran hatiye dorpêçkirin vegerandin qereqolê û ji civakê re girtin. Ev hemû bi binpêkirina peymanên navneteweyî û makeqanûnê hatin kirin. Wê duyemîn danişîna doza derbarê van kesan de hatiye vekirin di 12’ê tîrmeha 2021’an li 21’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê were dîtin. Em dixwazin bi bîr bixin ku “Ev doz, dozeke ku ‘kes xwe di nav ewlehiyê de hîs neke’ hatiye vekirin. Ev peyama ‘Makeqanûn, hiqûq nikare we bi parêze ye’ didin welatiyan.”   ‘EM DEST JI GALATASARAYÊ BERNADIN’   Eren, destnîşan kir ku daraz bûye amûra desthilatê ku kesên mafên xwe dixwazin bên cezakirinê û wiha axivî: “Divê em ji vê yekê re bêjin bes e. Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo windayên xwe xwestina edaletê bi bîr bixin. Em ê dest ji cihê xwe yê hevdîtina bi windayên me re Qada Galatasarayê ku 151 hefteye ji me re hatiye qedexekirin bernedin.”