Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê 2021-07-10 16:11:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokê 16 salî Îsa Uke yê li gundê Zîlanê yê navçeya Hezoyê ji bo hênîkbûnê ket qenala avê, xetereya xeniqînê derbas kir û rakirin nexweşxaneyê.    Zarokê 16 salî Îsa Uke yê li gundê Zîlan ê navçeya Hezoya Êlihê ji bo hênîkbûnê ket qenala avê, xetereya xeniqînê derbas kir. Ukeyê ku gundiyan ji qenala avê derxist, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Ukeyê ku xetereya wî ya jiyanî didome di beşa lezgîn de tê dermankirin.    Li gundê Zîlan salên borî mûxtarê gund Ahmet Sayar, Mehmet Sevîm, Îbrahîm û Mehmet Salîh Oşrak ên birayên hev û zarokê bi navê Berat Sayar di qenalê de fetisî û jiyana xwe ji dest dabûn.