Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin 2021-07-10 17:01:07   RIHA - Şaxa OHD'ê ya Rihayê, 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de tecrîda li ser Ocalan û greva birçîbûnê derketin pêş.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê pêk anî. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu ûy Omer Ocalan, Serokê Baroya Rihayê Velat Îzol, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, Hevserokên Giştî yên OHD'ê û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajar tevlÎ kongreyê bûn. Di destpêka kongreyê de Hevseroka Giştî ya OHD'ê Rengîn Ergul û Serokê Şaxa ODH'ê ya Rihayê Alî Aslan axaftin kirin û di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda ku li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û destnîşan kirin ku têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.    'TÊKOŞÎNA EDALETÊ'   Di kongreyê de Ferît Şenyaşar jî mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Bi dayika xwe re em têkoşîna edaletê didin. Ev jî hêza xwe ji parastinê digire. Parlamenterekî desthilatê bi ketin û derketine dikana me re nîvê malbatekê tune kir. Jİ bo hirsê li ser gel bisepînin desthilatê malbata me kir qurban. Piştî cihê karê me em li nexweşxanê jî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Hê jî li ser êrişên li nexweşxaneyê biryara nepeniyê heye. Dema ku em doza edaletê dikin ya xwe li nezaretxaneyê dibînin an jî li nexweşxaneyê dibînin. A ma tenê ne çalakiyeke rûniştinê ye, têkoşîna edaletê ye."   'JI DAXWAZA GIRTIYAN RE BÊDENG IN'   Piştre Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu axivî û ev tişt gotin: "Em her roj bi darbeyekê şiyar dibin. Tekperestiyê li gel ferz dikin. Yek ji van mînakan jî doza girtinê ku li partiya me vekirine ye. Bi hezaran girtî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Lê dewlet li dijî daxwazên girtiyan bêdeng e. Birêz Ocalan tenê di Pirsgirêka Kurd e muxatab e."   Di kongreyê de piştî ku rapor jî hatin xwendin rêveberiya nû hat hilbijartin. Wê hevserok jî pîştî civîna yekemîn a lîjneya rêveberiyê diyar bibin.