Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan 2021-07-10 19:55:09   ANTALYA - Malbatên 20 girtiyên ku ji Girtîgeha Antalyayê ya Tîp La'yê bi dozê sewqî ya Tîpa S'yê hatin kirin, têkildarî tahdeya li girtiyan hat kirin serî li ÎHD'ê dan.    20 girtiyên ku ji Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L'yê bi darê zorê sewqî ya Tîpa S'yê hatibûn kirin, ji ber ku li ber lêgerîna tazî rabûbûn gardiyanan li wan xistibû. Malbatên hin girtiyan, têkildarî tahde û îşkenceya li girtiyan hat kirin, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Antalyayê dan. Malbatan xwest girtî bên tedawîkirin û kesên li girtiyan xistine bên darizandin.