Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de 2021-07-10 23:20:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da ku dê alîkariyên ji bo Sûriyeyê di Bab El-Hewayê re bişîne ku ev derî di bin kontrola Tirkiyeyê de ye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî têkildarî vê biryarê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dê bi vî awayî trajediya mirovî kûrtir bibe.  Meclîsa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da ku dê alîkariyên ji bo Sûriyeyê di Bab El-Hewayê re bişîne ku ev derî di bin kontrola Tirkiyeyê de ye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî têkildarî vê biryarê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dê bi vî awayî trajediya mirovî kûrtir bibe.    Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de got: "9'ê Tîrmehê Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê li gorî madeya 2585'an derbaskirina alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyê ku bi rêya dergeha Bab El-Hewayê re ye ya ku di bin kontrola dewleta dagirker a Tirk  û Cebhet El-Nusrayê de, ji bo 6 mehan dirêj kir û dibe ku dirêjtir jî bibe.   Ev biryar piştî zexta rûsî-tirkî ya ku di rûniştina dawî de li ser Meclisa Ewlehiyê ya NY'yê kirin, hate pêkanîn.   Biryara dirêjkirinê wekî cezaya li dijî 5 milyon kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha isbat dike ku hin alî hene rewşa mirovî ya li Sûriyê bi qada siyasî de bi kar tîne, ev jî ne li gorî berpirsyariyên Meclisa Ewlehiyê ya NY'yê û NY'yê û saziyên wê yên mirovî ye."   Rêveberiya Xweser biryar red kir û ev nirxandin kir: "Em bi tundî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY'yê red dikin ku rewşa mirovî ya Sûriyê di berçavan re derbas nake, bi berdewamkirina ambargoya li ser herêmê ya ji hemû aliyan ve, ev biryar trajîdiya mirovî kûrtir dike, her wiha rewşa kampan jî aloztir dike ku li herêmên Rêveberiya Xweser zêdetirî 15 kamp hene û tê de biyanî û iraqî hene û kampên ku bi deh hezaran gelên me yên ku bi darê zorê ji herêmên ku dewleta Tirk dagir kirina koçber bûn, hene ji ber ku zêdetirî milyon koçberên ji hunerê Sûriyê ber bi herêmên me ve hatin, bi rastî jî em ne li dijî gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo gelê Sûriyê ne ku ji kîjan dergehê be, lê em li dijî dualîbûna pîvanan  û gefên mezin ên li dijî rewşa mirovî tên xwarin, nexasim li herêmên ku rêxistina DAIŞ`ê tê de şikest."   Rêveberiya Xweser piştrast kir ku biryara rewşa mirovî ya Sûriyeyê di berçavan re derbas nake û got: "Li ser vê yekê em erêkirina hin aliyan a ji tedbîrên rûsî-tirkî re nexasim DYA`yê red dikin, her wiha isbat dikin ev gav rewşa mirovî ya Sûriyê bi awayekî adlane di berçavan re derbas nake û di serî de berpirsyariya vê yekê û encamên vê biryarê ji saziyên neteweyî tê xwestin ku berî her tişî wekî biryareke siyasî tê dîtin."   Her wiha Rêveberiya Xweser bang kir ku vê biryarê di berçavan re derbas bike, li gel vê divê dergeha Til Koçerê/ El-Yarûbiyê were vekirin, ji ber ku girtina wê wekî destekdayîna ji mentiqê cihêwaz ê derbarê rewşa mirovî ya giştî ya li Sûriyê ye."