ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-11 09:00:08   * Gundiyan anî ziman ku ji ber çêkirina kana keviran a li Îkîzdereyê, ava paqij bi dest wan nakeve û ji ber vê hilberîna hinguv û çay kêm bûye.    * Agirê ku li Dara Hênê bi daristanê ket, qadeke 35 kîlometrekareyî kir arî. Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr, destnîşan kir ku agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, lê yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin.   * Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Vedat Bûlût, anî ziman ku herî kêm divê 70 milyon kes du doz aşî li xwe bixin û got: "Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide."    * Malbatên girtiyên Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê bertek nîşanî îşkenceya gardiyanan dan ku li zarokên wan kirin. Malbatan got: "Yên ku dibêjin em însan in bila li hemberî vê îşkence û zilmê bêdeng nemînin."    * Cotkarên li Dêrikê ku trafoyên ceryana wan hatibûn rakirin diyar kirin ku DEDAŞ’ê dest daniye ser desteka ji bo sewal, mazot, gubreyê û fatûreyên ceryana wan di nirxê eraziyên wan de ne.    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 125'emîn de berdewam bike.