TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide 2021-07-11 09:20:14 ENQERE - Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Vedat Bûlût, anî ziman ku herî kêm divê 70 milyon kes du doz aşî li xwe bixin û got: "Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide."  Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê 37 milyon û 558 kes doza ewil, 16 milyon û 931 hezar û 649 kes jî doza dudoyan a aşiya Covîd-19'ê li xwe xistine.  Bajarên herî kêm hatine aşîkirin jî Erdexan, Dersim, Sêrt, Îdir û Bedlîs in. Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Velat Bûlût, pêvajoya aşîkirinê nirxand.   Bûlût, anî ziman ku li bajarên herêmê di warê derzîkirinê de dudiliyek heye û got: "Dibe ku ji ber nebûna aşiyê an jî ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî be. Lê êdî ûnîteyên mobîl hatine çêkirin. Welatî li ku derê dibe bila be, teqez divê aşî bibin. Dê aşî bike ku em ji heq krîza şewbê derkevin. Em TTB tim dibêjin, 'dudilî nebe, aşî bibe.'"    XIZMETA BI ZIMANÊ ZIKMAKΠ   Bûlût, bal kişand ser girîngiya xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî û got: "Wezareta Tenduristiyê, kampanyayên xwe yên têkildarî şewban de bi îngilîzî dike, çima bi kurdî an jî erebî nake. Li vî welatî welatiyên bi zimanine din diaxivin jî hene. Bi taybetî jî welatiyên li bajarên kurdan dijîn, nikarin çîroka xwe bi tirkî bînin ziman. Rîtuela herî girîng a bijîşkan, pêşî guh li çîroka nexweş dike û bi dû re muayeneya fizîkî dike. Divê li bajarên herêmê broşurên bi kurdî, erebî û zimanên din bên daliqandin. Heger di vî warî de pêdiviya wezaretê bi alîkariyê hebe, em TTB dikarin alîkariya wê bikin. Çavkaniyên me hene. Hevpîşeyên me di vî warî de amade ne."    HERÎ KÊM JI SEDÎ 70    Bûlût, ji bo aşîkirinê jî diyar kir ku ji bo ku civak ji heq şewbê derkeve herî kêm divê ji sedî 70'yê civakê bê aşîkirin. Bûlût got: "Hejmara kesên doza dudoyan li xwe xistine 16 milyon e. Ev nayê wê maneyê ku ev 16 milyon bi temamî baş dibe. Parastina aşiyan ji sedî 92, 95, 82 ye. Aşiyên cuda hene. Heger Wezareta Tenduristiyê van daneyan bi awayekî zelal parve bike, yanî aşkere bike bê çend kes kîjan aşî li xwe xistine, em ê karibin hesab bikin ku bê çend kes dê karibin ji heq şewbê derkevin. Herî kêm divê ji sedî 70'yê civakê bê aşîkirin da ji heq şewbê bê derketin."    PAYIZ Û PÎKA NÛ    Bûlût, bibîr xist ku di meha Tîrmehê de tevdîrên ji bo pandemiyê hatine rakirin û got: "Ji ber ku havîn e, ji ber fikara turîzmê û fikara aborî wiha kirin. Lê dibe ku ev yek, di payizê de bibe sedema pîkek nû. Hê jî divê welatî hay ji mesafeyê û maskeyan hebin. Lê ya herî girîng jî divê di warê aşiyê de ne dudilî bin. Bila guh nedin agahiyên li ser medyaya sanal tên parvekirin. Ji lew re Covîd-19 nexweşîneke kujende ye. Zirarek mezin dide mirovan. Em ê paşê bibînin bê texrîbatên wê çawa ne. Ji ber hindê, divê mirov aşî bibin. Dibe ku milê mirov hebikekî biêşe an jî laşê mirov bisincire, ev bandorê wê ne."    MA / Zemo Aggoz