Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin 2021-07-11 11:33:38   STENBOL - Yekitiya Platformên KHK’iyan, bang kir ku 9 meleyên bi hêceta xwendina xutbeya kurdî hatin girtin, werin berdan.    Yekitiya Platformên KHK’iyan, têkildarî 9 meleyên endamên Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) û Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) ku ji ber xwendina mewluda kurdî hatibûn girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Yekitiya Platformên KHK’iyan, diyar kir ku mafê jiyan û îbadeta bi zimanê dayikê nayê nikare were astengkirin û xwest mele demildest werin berdan. Yekitiya Platformên KHK’iyan, da zanîn ku astegkirina xutbe û îbadeta bi zimanê dayikê ya mirovan nayê qebûlkirin û destnîşan kirin ku pewistiya xutbeya kurdî divê demildest were temînkirin.