Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-07-11 20:56:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de 27 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da û 5 hezar 261 weqayên nû hatin tespîtkirin.    Wezareta Tenduristiyê daneyên dawî yên vîrûsa koronayê li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê eşkere kir. Li gorî tabloya Wezaretê di 24 saetên dawî de 222 hezar 68 test hatin kirin û 5 hezar û 261 weqayên nû hatin tespîtkirin. Wezaretê diyar kir ku 37 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye û 5 hezar û 242 kes ji nexweşîna koronayê baş bûne.