Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e 2021-07-12 09:03:25 ŞIRNEX - Gundê Hespîstê ya bi ser navçeya Hezexê 20 roj in bêav e. Ji ber ku şêniyên gund doza avê kirin, qereqolê bang li wan kir ku biçin îfade bidin û gef li wan xwarin. Şeniyên gund bertek nîşanî vê helwesta rayedaran dan û gotin: "Hem ava me qut dikin û hem jî dixwazin ku me ceza bikin."  Li gundê Hespistê ya bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê, ji aliyê qeyûmê Hezexê ve bi hêceta ku ava navçeyê kêm bûye 20 roj in ava baxçeyên wan û 14 roj in jî ava gundiyan a vexwarinê hatiye qutkirin. Gundiyên ku demeke dirêje bêavin nikarin pediviyên xwe yên rojane dabîn bikin. Bax û baxçeyên gundiyan hişk bûn û ji ber tunebûna avê pezê wan jî nexweş dikeve. Di heman demê de, ji gund 7 kesan ji ber ku baxçeyên xwe avdan qereqolê bang li wan kir ku biçin îfade bidin û gef li wan hat xwarin. Qereqolê ji welatiyan re gotiye “Heger careke din bi vê avê beyî destûra me hûn baxçeyên xwe av bidin, ew ê 2 sal cezayê girtîgehê û 200 hezar cezayê pere li bibirin.” Şeniyên gund bertek nîşanî vê helwesta qereqolê dan.    'AV TUNE YE KU EM SERÛÇAVÊ XWE BIŞON'    Ji şeniyên gund Remziye Oruç diyar kir ku ew bi bêaviyê nikarin jiyana xwe bidomînin û wiha got: “Qutkirina ava gundekî ne wîjdanî ye. Em tîne û av nîne ku em serê zarokên xwe bişon. Av nîne ku em bidin pezê xwe. Em bi bîdonan diçin malên ku sondajên wan hene avê dixwazin. Ev 3 roj in ez mala xwe ji ber tunebûna avê digirim. Em serê sibehê radibin av nîne ku em serûçavê xwe bişon. We gundê bêav dîtiye? Dewletê ava qût kiriye û em bêav hiştin. Ev 15 roj in dilopek ava vexwarinê nehatiye mala me. Bi vê pêkanînê dixwazin ku em ji gund derkevin. Herî dawî em ê terk bikin û biçin. Derfetên me tune ne ku em sondajan jî lê bixin û em nizanin em ê çi bikin."    'DILOPEK AV TUNE YE KU EZ BIDIM MIRÎŞKÊN XWE'    Şîrîn Ozkaplan jî diyar kir ku ji ber ku wan heqê xwe yê avê xwestiye qereqolê bang li wan kiriye ku biçin îfade bidin û wiha got: “Ji ber ku ne qencin û ji ber ku mirov zalimin îro li ser me avê qut dikin. Pezê me, dewarên me û bax û baxçeyên me hene. Heger av nebe em ê çi li wan bikin? Ji ber ku av tune ye û ava kanalîzasyonê vedixwin û nexweş dikevin. Ev tişt ne exleqiye û ne jî însanî ye. Mirov ketine pey bertîl û meaş. Hemû bûne rantxwir. Ava me hebe û yan jî nebe ne xema wan e. Dixwazin em ji tîna bimirîn. Gundê me ye, ava me ye û axa me ye. Lê keseke din tê li ser serê me zilmê dike. Li hemberî vê zilmê jî tu kes dengê xwe dernaxe. Qereqolê bangî me kiriye û dibêje bila bên îfade bidin. Me çi kiriye ku em ê îfade bidin? Ji ber ku ava ku hatiye girtin me qurtikek berdan, me dibin îfadeyê. Dibêjin doza avê nekin û ji tîna bimirin. Tu derfetên me tune ne û çareyê me tune ye. Dilopek av tune ye ku ez bidim mirîşkên xwe. Haya tu kesî ji me tune ye û tu kes li ser me naaxive. Însanetî nema ye."    'HEM AVA ME QUT DIKIN Û HEM JÎ DIXWAZIN KU ME CEZA BIKIN'    Ji şeniyên gund Sitî Ari jî bertek nîşanî qutkirina avê da û wiha got: “Ev tişta ku qeyûm aniye serê me dijmin nayîne serê me. Ji ber ku me bertek nîşanî qutkirina avê da û me bi ava xwe darên xwe avdan, bang li me kirin ku em biçin îfade bidin. Bax û baxçeyên me hemû hişk bûn. Ma ev heqê xwedê ye? Av tune ye ku ez nimêj bikim. Em jî mirov in, hema bila dilopek avê bidin me jî. Îro 15 roj in li ser me ava vexwarinê qut kirine. Gef li me dixwin û dibêjin ku heger ku hûn ava me qut kiriye, hûn berdin em ê 20 hezar cezayê pere û 2 sal jî cezayê girtîgehê ji we re bibirin. Hem ava me dibirin û hem jî dixwazin ku me ceza bikin. Ka bêje ma ev edelet e? Darên me hişk bûn û dewarên me nexweş ketine. Ma ev tişta ku ew tînin serê me însaniyetî ye?"   MA / Zeynep Durgut