Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike 2021-07-12 09:03:26 MÊRDÎN - Parêzer Nûrettîn Kiliç sepanên DEDAŞ’ê yên li herêmê ku pêk tîne wek “nêzîkatiyek polîtîk” nirxand û bang li cotkaran kir ku serî li darazê bidin. Kiliç bang li EPDK’ê jî kir ku li gel mufetîşan li herêmê lêkolînê pêk bîne.  Şirketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li bajarên wek Mêrdîn, Riha, Amed, Êlih, Şirnex û Sêrtê ceryana cotkaran û gundan dibire û bêav dimînin. DEDAŞ’ê li gundên herêma navçeya Dêrikê ceryana bîrên ava cotkaran birî û ava li ser zeviyan qut bû. DEDAŞ cotkaran û xelkê bi hêceta ku “deynê ceryanê heye û ceryana qaçax bikar tînin” sûcdar dike. Li Mêrdîn û navçeyên wê nêzî 2 hezar doz û lêpirsîn li dijî DEDAŞ’ê hatine vekirin. Tevî ku dadgeh ji bo aliyê cotkaran de biryar dide jî sepana birrîna ceryanê didome. Gelek cotkar li şûna ku serî li dadgehê bidin, bi DEDAŞ’ê re li hev dikin.    ‘DEDAŞ’Ê ÇAV BERDAYE BERÎKA COTKARAN’    Ji parêzerên Baroya Mêrdînê Nurettîn Kiliç têkildarî van sepanên DEDAŞ’ê yên hiqûqî ji ajansa me re axivî. Kiliç anî ziman ku piştî DEDAŞ kirine saziyek taybet li bajarên herêmê pêla bêhiqûqiyê hatiye destpêkirin û got: “DEDAŞ di serdemek wiha wextê cotkariyê ye û kelgerma havînê cotkaran ceza dike. DEDAŞ’ê çav berdaye berîka cotkaran. Em nabêjin bila cotkar pereyê xwe nedin. Lê bila bi awayek rast fatûre ji cotkaran re werin birîn. Ceryan pêdiviyek rojane ye. Bi qasî ku cotkaran bikar anîbe divê heqê ceryanê were birîn. Lê li Mêrdînê em nabin şahidê vê yekê.”    Kiliç mînaka dozek ku vekiriye da û da zanîn ku bi bihayê 846 hezar lîre fatûre ji miwekîlek wî re hatiye birrîn û got: “150 donim zeviyê miwekîlê min heye. Çi genim û garisê ji vê zeviyê were jî diyar e û çi ceryana hatibe bikaranîn jî diyar e. Bila şandeyek endezyaran bînin ka çiqas ceryan hatiye bikaranîn. Lê ketine pey derdê ku em ji kî çi bistînin kar e.”    Kiliç anî ziman ku cezayên pirr biha û ne li gorî rêziknameyê ne li cotkaran tê birrîn û 113 hezar lîre cezayek li miwekîlê wî hatiye birîn dadgehê daxistiye 13 hezar lîre û tevî ku DEDAŞ dizane wê dadgeh wan cezayê wan betal bike jî dîsa cezayê zêde li cotkaran tê birrîn.    DIVÊ EPDK LÊKOLÎN BIKE    Kiliç got pereyê ku bi rêya li hevkirinê tê razandin li şûna saziyê diçe berîka şexsan û vê yekê tespît kirine. Kiliç diyar kir ku wan li dijî van bêûsilayan serî li Saziya Kontrola Piyasên Ceryanê (EPDK) dane û gilî kirine û lê kes li ber çavan negirtiye û xwest mufetîş werin lêkolînê bikin.    ‘CENDIRME DERDIKEVIN TAHSÎLKARIYÊ’    Kiliç destnîşan kir ku DEDAŞ heta dest danîne ser desteka ji bo sewalkariyê ya cotkaran û wezaret li dijî vê bêdeng maye û tevî ku dadgehê ji bo cotkaran biryar dide jî lê sepanên DEDAŞ’ê didomin. Kiliç da zanîn ku DEDAŞ li gel leşkeran derdikeve nêçîra birrîna ceryanê û cezakirina cotkaran û cendirmeyên dewletê bi armanca tahsîldariya şirketek taybet diçe ceza li gundiyan dibirin û trafoyên wan radikin. Kiliç got van serdegirtinên gundan tê wateya ku bi zordestiya çekê pêk tê.    ‘NÊZÎKATIYEK POLÎTÎK E’    Kiliç sepanên birrîna ceryanê ya ku DEDAŞ li gel cendirmeyan dike wek “nêzîkatiyek polîtîk” nirxand û got: “DEDAŞ cendirmeyan dibe û bi xelkê re rûbirû dimînin. DEDAŞ aqilê dewletê bikar tîne. Divê gavek berê gavekê DEDAŞ dest ji vê sepana xwe berde. Tu aliyek vê hiqûqî nîne. Bi vî awayî serdegirtina gundan zilmek mezin a li ser xelkê ye. Pêwîste cotkar li dijî van neheqiyan tavilê serî li dadgehê bidin. Gelek mînakên van dozan hene. Çareserî ew e ku DEDAŞ dîsa bibe saziyek dewletê. Ceryan pêdiviyek bingehîn e. Divê ceryan dîsa bikin aydê dewletê û piştevaniya cotkaran were kirin.”    MA / Ahmet Kanbal