Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne! 2021-07-12 10:58:04   ANTALYA - Şandeya ÎHD’ê derbarê serdana girtiyên li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S bi îşkenceyê re rûbirû mabûn rapor belav kir û di raporê de hat gotin lêgerîna tazî û îşkence li girtiyan hatiye kirin û doktoran rapor nedaye girtiyan.    Ji Girtîgeha Antalya ya Tîpa L 20 girtî di 8’ê tîrmehê de bi darê zorê sewqî Girtîgeha Antalya ya Tîpa S ku nû hatiye çêkirin kirin. Li girtiyan lêgerîna tazî hat ferzkirin. Girtiyan vê yekê red kir. Gardiyanan girtiyan ji paş ve kelemçe kirin û îşkence li wan kirin. Malbatên girtiyan îşkenceya li zarokên wan hatine kirin ragihandin û serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya a Şaxa Antalyayê dan. Şandeyek ji ÎHD’ê çû serdana girtiyan û bi wan re hevdîtin pêk anî.    ÎHD’ê di encama hevdîtina li gel girtiyan raporek amade kir û bi raya giştî re belav kir.    LI HEVDÎTINÊ HATIYE GUHDARKIRIN    Di raporê de hat gotin 3 parêzer li ser muracata malbatan di 9’ê tîrmehê de çûne girtîgehê  û bi girtî Mehmet Şeran, Ezhet Dalkiliç û Hasan Yakut re hevdîtin pêk anîne. Di raporê de hat diyarkirin ku hevdîtin li odeyên hevdîtinê yên girtî bi rêya telefonê pêk anîne û ev hevdîtin ji aliyê girtîgehê ve hatiye guhdarkirin û ev yek jî li dijî hiqûq hat nirxandin.    XWESTINE RÛMETA GIRTIYAN BIŞKÎNIN    Di raporê de hat destnîşan kirin ku girtiyan lêgerîna tazî red kiriye û li ser vê yekê girtiyan dirûşma “Wê rûmeta mirovan îşkenceyê têk bibe” berz kirine û gardiyanan êrişî wan kirine, li erdê dirêj kirine û destên wan ji paş ve kelemçe kirine û di odeyên yek kesî de îşkence li wan hatiye kirin. Di raporê de hat gotin navê girtiyên bi îşkenceyê re rûbirû mane wiha ne: Selîm Kegî, Îslam Erdogan, Feyaz Tahsuk, Mehmet Şeran, Zuhat Erdogan, Seyîthan Aşkan.    Di rapora ÎHD’ê de hat destnîşan kirin ku bêyî ku tu gumanek şênber nebe, girtî bi muameleya rûmet şikandinê re, lêgerîna tazî, îşkenceyê re rûbirû mane û qedexeya muameleya şikandina rûmetê hatiye binpêkirin. ÎHD’ê di raporê de diyar kir ku tevî îşkence li girtiyan hatiye kirin jî lê doktorên girtîgehê raporên lêdanê nedane girtiyan û hewl hatiye dayîn ku ser îşkenceyê were girtin. ÎHD’ê di berdewamiya raporê de cih da hevdîtina li gel girtiyan û da zanîn ku ew ê ji nêz ve meseleyê bişopînin.