TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin 2021-07-12 11:50:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora ku TÎHV’ê aşkera kir ji ber îşkence û mûameleya xerab ji 5 salî heta 70 salî serî li weqfê dane û ji 10 kesan çaran bi îşkenceya zayendî rûbirû maye.    Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), “Rapora Navendên Dermankirin û Rehabîlîtasyonê ya Sala 2020’an” aşkera kir. Rapor asta îşkence û mûameleya xerab a li Tirkiyeyê diqewime dide nîşandan. Hat diyarkirin ku temenê herî biçûk ê di nava kesên ji ber îşkence li wan hatiye kirin de serî li TÎHV’ê daye 3 salî ye.    ÎŞKENCEYA  ZAYENDÎ   Li gorî raporê, di sala 2020’an de ji her 10 kesên bi îşkenceyê re rûbirû mane herî kêm çaran (ji sedî 40,7) îşkenceya zayendî lê hatiye kirin. 572 kesan ji ber îşkence û muameleya xerab, 2 kesan ji ber îşkence û binpêkirinên mafan ên giran, 31 kesan weke xizmê kesên hatin îşkencekirin, bi daxwaza dermankirin, rehabîlîtasyon û belgeyan serî li TÎHV’ê dane. Hat tespîtkirin ku 12 serlêdanên ji bo îşkence û şahidiyê hatine kirin li derveyî welat pêk hatine.    JI SEDÎ 3,4 ZAROK IN   Di raporê de kesên ku serlêdan kirin ji sedî 62,5 zilam, ji sedî 36,5 jin, ji sedî 1 LGBTÎ+ û ji sedî 3,4 jî ji zarokên di bin 18 salî de pêk tên. Hat diyarkirin ku di raporê de ji 562 kesan 507 ji ber fikrên siyasî, nasname û çalakiyan hatine binçavkirin û li gorî par di rêjeya kesên di pandemiyê de li kolanan û qadên vekirî hatine binçavkirin de ji sedî 61 zêdetir bûye.    DI PANDEMIYÊ DE LI KOLANAN ÎŞKENCE   Di raporê de hat destnîşankirin ku kesên serlêdan kirine herî zêde li kolanan, qadên vekirî, di erebeyê de, li miduriyetên polîsan û li qereqolan hatine îşkencekirin.    BINPÊKIRINÊN MAFAN Û TÊKILIYA PIRSGIRÊKA KURD   Di raporê de daneyên binpêkirinên mafên mirovan û têkiliyên pirsgirêka kurd jî hatin pêşkeşkirin. Li gorî vê kesên li Herêma Başûrêrojhilat û Rojhilatê Anatoliyayê hatine ser dinê ji sedî 24,6 nifûsê Tirkiyeyê pêk tînin. Di nav kesên ku hatin îşkencekirin de ji sedî 62,6 kesên ku li vê herêmê hatine ser dinê ne. Balkêşe ku ji her 4 kesan kesek ji ber îşkenceyê serî li TÎHV’ê daye jî hêj xwendekar in.    ZAROKÊN KURD   Li gorî raporê temenê zarokê herî biçûk ku îşkence dîtiye 3 salî ye. Hat tespîtkirin ku zimanê temamê zarokên ji ber nijad û sedemên siyasî îşkence dîtin kurdî ye û piştî qedexeya derketina derve ya li Herêma Başûrêrojhilat û Rojhilatê Anatoliyayê hatibû îlankirin îşkence li wan hatiye kirin.    MÛAYENEYA  EDLΠ   Di raporê de pirsgirêkên ku serlêderan di mûayenê de pê re rûbirû mane jî hatin parvekirin. Xwîner dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin raporê:  https://tihv.org.tr/tedavi-ve-rehabilitasyon-raporlari/2020-tedavi-ve-rehabilitasyon-merkezleri-raporu/