Doza Pinar Guntekîn dest pê kir 2021-07-12 15:55:20   MÛGLA - Danişîna pêncemîn a doza Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn qetil kiribû dest pê kir.    Cemal Mert Avci, di 16'ê tîrmeha 2020'an de li navçeya Akyaka ya Mûglayê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn qetil kiribû û ji ber vê qetilkirinê doz lê hatibû vekirin. Danişîna pêncemîn a dozê li 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mûglayê hat dîtin. Dayik û bavê Gultekîn Şefîka û Siddik Gultekîn û parêzera wan Rezan Epozdemîr tevlî danişînê bûn. Bersûc Avci ji Girtîgeha Afyon'ê û birayê wî Mertcan Avcî jî li Îzmîrê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Gelek rêxistinên jinan û parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî û rêxistinên HDP'ê yên Îzmîr û Mûglayê jî danişînê şopandin. Rojnamegerên ku qertê wan ên Tûrkûazê tune bûn negirtin ewyana danişînê.   DNA TESPÎT BÛN   Parêzer Rezan Epozdemîr, diyar kir ku Cemal Metîn Avci nikare bi tena serê xwe cinayetê pêk bîne û îttîraza biryara neşopandinê li Dadgeriya Cezaya Silhê ya Mûglayê îttîraz kir. Dadgehê îttîrazê red kir û biryar teqez bû. Epozdemîr, serî li rêya qanûnê ya awarte da û îttîraza xwe bir Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind, dosyalê lêkolîn kir û biryara biryara neşopandinê xera kir. Dadgeha Bilind, di hinceta biryara xwe ya xerakirinê de diyar kir ku di encama lêkolîna ku kirine de di qotikên çixareyên li cem cenazeyê Gultekîn de DNA'yên Cemal Metîn Avci, dayika wî Ayten Avci û hevkarê wî Gokhan Orhan derketine. Her wiha dadgehê da zanîn ku roja cînayetê wesayîtên Şukru Gokhan Orhan û Selîm Avci nêzî mala ku Gultekîn lê hatiye qetilkirin hatine dîtin. ü   Li bendê ye ku derbarê malbata Avci û Orhan de dozname bê amadekirin.