Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc 2021-07-12 15:59:30   QERS - Di îdianameya ku bi hêceta lidarxistina çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Qersê derbarê 17 kesan hat amedekirin de, dirûşmeya “Qers Ya Me Ye” sûc hat hesibandin.     Bi hêceta lidarxistina çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Qersê yên di 10’ê cotmeha 2020’an de, bi îdiaya “Mûxalefeta li Dijî Qanûna Meş û Xwepêşandanan” derbarê 17 kesan de îdianame hat amedekirin. Dirûşmeyên “Qers Ya Me Ye” , “Vîna gelê Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca ne” , “Qeyûm darbe ye” û “Em qeyûm nas nakin, em natirsin, em bêdeng nabin, em îtaet nakin” ên di çalakiya şermezarkirinê de hatin berzkirin di îdianameyê de weke sûc hatin hesibandin.    1’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Qersê îdianame qebûl kir. Wê danişîna ewil di 23’ê kanûnê de were dîtin.