Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir 2021-07-13 09:06:26 MÊRDÎN - Şahidê rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ya li Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an nivîskar Mahmût Barik got: "14'ê Tîrmehê xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir."  Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di 21'ê 1982'yan de li hemberî pêkanînên îşkenceyê yên serpel Esat Oktay Yildiran, bedena xwe da ber agir. Piştî vê çalakiya Dogan, di 18'ê Gulana 1982'yan de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn jî gotin "Em peyrewên Mazlûm in" û wan jî bedenên xwe dan ber agir. Piştî vê di 14' Tîrmeha 1982'yan de girtiyan çalakiya rojiya mirinê da destpêkirin. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, li hêwana dadgehê rojiya mirinê ragihand û paşê Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz daxilî nav rojiya mirinê bûn. Di roja 53'yan a rojiya mirinê de Kemal Pîr, di roja 61'ê ya rojiya mirinê de Hayrî Dûrmûş, di roja 63'yan a rojia mirinê de Akîf Yilmaz û di roja 65'an a rojiya mirinê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan.    XWESTIN TESLÎM BIGIRIN    Şahidê rojiya mirinê ya li Girtîgeha Amedê nivîskar Mahmût Barik ku di dema derbeya eskerî ya 1980'yî de hatibû binçavkirin û 63 rojan di bin çavan de hatibû îşkencekirin û paşê hatibû girtin, anî ziman ku gava hat girtin 18 salî bûye.   Barik got: "Li hemû qadên jiyanê firtoneye rakirin. Ne mimkun e ku mirov karibe bi peyvan behsa wan rojan bike." Barik, behsa îşkenceya li wan hatiye kirin kir û got: "Xwarin tune bû, av tune bû. Her roj, erê her roj lêdan, îşkence, lêpirsîn û heya êvarî carewar. Her roj heya êvarî guhdarîkirina qîrîn û hawarê. Derûniya me xera bûbû. 12'ê Îlonê wehşetek mezin bû."    XWESTIN HÊVIYÊ BIŞIKÎNIN   Nivîskar Barik, diyar kir ku kesên li ber îşkenceyê li ber xwe dan û yên teslîm bûn, bûn du beş û li Girtîgeha Jimare 5'an berxwedana ewil çalakiya greva birçîbûnê ya 8 rojan bûye. Barik got: "Derdora me hatibû dorpêçkirin. Dixwestin hêviya me bişikînin. Paşê Esat Oktay hat." Barik, diyar kir ku piştî çalakiya 8 roja  teslîm bûne û qebûl kirine bibêjin "em tikr in", lê piştî teslîm bûne daxwazên wan bi dawî nebûne. Barik wiha behsa wan rojan kir: "Dawiya daxwazan nehat. Me got, em tirk in. Xwestin em dua bikin, me kir. Bi me dan gotin, 'axirê em tirk in.' Me ew jî got. Bi me dan gotin 'tirkek bedêlî cîhanê ye.' Me ew jî got. 'Sonda Me' bi me dan xwendin, Sirûda Îsstiklalê bi me dan xwendin. Pêşî du bend, dû re 10 bend bi me dan xwendin. Paşê sirûd bi me dan gotin. Sirûdek bû 15 sirûd. Daxwazên wan nediqediyan. Berxwedan li qawîşa Jimare 35'an ma. Lewma me ji bo heyama Jimare 5'an re got, 'heyama teslîmiyetê.' Nedihitin em bêhnê jî bistînin. Lêdan, sirûd, perwerdehî... her roj wisa bû."    ÇARAN TIRSÊ ŞIKÊNAND    Mahmût Barik, anî ziman ku piştî çalakiya Mazlûm Dogan, çalakiya Çaran li qawîşa 33'yan ku ew jî li wê qawîşê bûe, pêk hatiye û piştî çalakiya Çaran îdareya girtîgehê tirsiyaye. Barik got: "Ev çalakî, tirsa di dilê girtiyan de şikênand. Mirovan fêm kir ku divê hêvî ji tirsê neyê kirin. Me ferq kir ku dawiya teslîmiyetê tune ye. Me fêm kir ku berxwedan jiyan e. A dudoyan jî ew tirs şikênand. Ev tirs, em êsirge kiribûn. Çalakiya Çaran vê xelek û zincîrê şikênand."    14'Ê TÎRMEHÊ XELEK PERÇEPERÇEKIRIN    Barik, destnîşan kir ku çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê bi daxuyaniya Mehmet Hayrî Dûrmûş dest pê kir û ev çalakî pêl bi pêl belav bû. Barik, diyar kir ku îdareya girtîgehê xwestiye çalakiyê asteng bike û got: "Çawa ku Çaran hin xelek şikênandin, 14'ê Tîrmehê jî xeleka teslîmiyetê perçeperçe kir. Di 15'ê Îlonê de her kes tevlê bû. Cara ewil bû ku çalakiyek wisa qelbalix pêk hat. Çalakiya Çaran, 4 kes bûn, lê 14'ê Tîrmehê li her derî belav bû. Bû hêviyek mezin. Me fêm kir ku em ê karibin bi ser bikevin."    Barik, bilêv kir ku girtî berxwedaneke bibiryar kirin û wê çaxê dest bi berzkirina dirûşmeyan kirine û got: "5 hera mirov mirinê dabû ber çavê xwe. Êdî ji gardiyanan de digotin, 'werin ûlan.' Her kesî digot ji xwe mirin heye, nexwe em li ber xwe bidin û bi vî awayî bimirin."    RUHÊ PERGALÊ NAGUHERE    Nivîskar Mahmût Barik, destnîşan kir ku zilm didome û ruhê pergalê neguheriye û got: "Hê jî feraseta dagirkeriyê didome. Gava takekesî xwe li ruhê mirov bilefîne, guherandina vê ne pêkan e. Ev li derve naguhere. Hêz di destê kê de be rastî jî ew e, heq jî, edalet, dadgeh jî û her tişt jî ew e. Gav tu qels bî, tu ne tu tiştî jî. Divê tu xurt bî. Wezîrê Dadê, dibêje dê hezar dadgeran wergirin, divê dê dev ji edaletê bernedin. Yahû edaleta çi? Dê dadgerê ku te ew gihandiye, edaleteke çawa belav bike? Dê li gor gotinên te, li gor qanûnên te edaletê belav bike. Ma dewlemendek pariyek xwe dide xizanekî? Na. Hiqûq, parastina ên bihêz e."    MA / Ahmet Kanbal