Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn 2021-07-13 09:06:29 AMED - Di îdianameya derbarê kuştina Recep Hantaş de hat xwestin ku bi sûcê "kuştina qesdî ya gengaz" 25 sal ceza li polîs Kazim B. bê birîn.  Di 14'ê Nîsana 2019'an de li Parka Sumerê ya Taxa Şehîtlik a navçeya Yenîşehîr a Amedê polîsan Recep Hantaşê 20 salî kuştibûn.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, lêpirsîna derbar kuştina Hantaş de temam kir û îdianameya derbarê polîs Kazim B. de berpêşî dadgehê kir. Dadgehê jî îdianame qebûl kir. Dozger di îdianameyê de xwestiye bi sûcê "kuştina qesdî ya gengaz" ji 18 salan heya 25 salan ceza li polîsa Kazim B. bê birîn.