Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome 2021-07-13 09:35:26   ÊLIH – Li gundên bi ser navçeya Hezoyê ve qutkirina avê berdewam dike. Li gundê Zîlan ji bo heta demekê av hat berdan.    Şirketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji 23’yê hezîranê ve li gundên Zîlan, Selîvê, Hiskutê, Kanîkê, Malê Mir, Holê û Xoxê û mezraya Bacaxê ceryana dînamoyên bîrên avê birrî û gund bêav man. Li van 8 gundan bi hezaran însan 21 roj bêav mane.    JI BO GUNDÊ ZÎLAN BO DEMKÎ AV HAT BERDAN    Li 7 gundan qutkirina avê didome. Lê li gundê Zîlan ku nêzî 300 malî ye û 2 hezar û 500 nifûsa wê heye ji bo heta betlaneya cejna qurbanê hat berdan. Ceryana dînomoyê avê hat berdan. Piştî 20 rojan ava gundê Zîlan hat berdan. Li gund jiyan veguherî awayek asayî. Lê belê li 7 gundên din qutkirina avê didome.    Xelkê van gundan bi derfetên xwe pêdiviyên xwe avê dabîn dikin û bêaviya li van gundan 21 roj in didome.    BÊAVIYÊ MIRIN BI XEW RE ANΠ   Ji ber nebûna avê Îsa Uke yê 16 salî yê ji gundê Zîlanê çûbû qenala avê ya aydê DSÎ’yê ku xwe û cilên xwe bişo û di avê de xeniqîbû jiyana xwe ji dest da. Li derûdora qenalê tu tevdîrek ji bo ewlehiya însanan nehatiye girtin û ji ber vê yekê rê li ber xeniqandinê vedike.