Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin 2021-07-13 11:13:45   AMED - Wê sibê 3'emîn danişîna doza têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku 3 jê polis li 4 kesan hatibû vekirin bê dîtin. Hevjîna Elçî Turkan Elçî beriya danişînê ev parvekirin kir: "Piştî 5 salan danişîna yekemîn ku em tevlî bûbûn de gefa derxistina ji danişînê li me hatibû xwarin. Hêvî dikim ku em dîsa heman tiştî nejîn."   Di 28'ê mijdara 2015'an de dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sûrê ya Amedê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li ber minareya çarling hatibû qetilkirin. Ji ber qetilkirina Elçî 3 jê polis doz li 4 kesan hatibû vekirin. Wê sibê 3'emîn danişîna doza li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. Di danişîna ku wê gelek parêzerên Baroya Amedê tevlî bibin de li bendê ye ku şahid bên guhdarkirin.    JI BO POLISÊN BERSÛC TENÊ 3 SAL CEZA TÊ XWESTIN   Di dosyayê de ji bo polisên bersûc ên bi navê F.T., S.T. ile M.S. ji 3 salan heta 9 salan ceza tê xwestin. Ji bo bersûcê firarî Ûgûr Yakişir jî hem ji ber kuştina Elçî hem jî ji ber kuştina di heman rojê de ya polisên bi navê Cengîz Erdûr û Ahmet Çîftaslan 3 muebetên giran û 45 sal ceza tê xwestin. Doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin di 3'ê nîsana 2020'an de ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Danişînê yekemîn di 21'ê cotmeha 2020'an de danişîna duyemîn jî di 3'ê adarê de hat dîtin.     JIN TURAKN ELÇÎ PARVEKIRIN   Hevjîna Eçî Turkan Elçî beriya danişîna ku wê sibê dîtin li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: "Piştî 5 salan danişîna yekemîn ku em tevlî bûbûn de gefa derxistina ji danişînê li me hatibû xwarin. Weke mexdûrekê ev ji min re gelek giran hat, di encama giliya serêşa ku bi nedibû min MR kişand. Di MR'ê de cih cih xwîn çûbû ser mêjiyê min. Sibê 3'emîn danişîna me heye, hêvî dikim ku em dîsa heman tiştî nejîn."