HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî 2021-07-13 11:46:10   ENQERE - MYK'a HDP'ê bi daxuyaniyekê qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî û ev tişt got: "Polîtîkayên ku li Zîlanê bû sedema komkujiyê, îro ji aliyê AKP'ê ve têne meşandin."   Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di ser Komkujiya Zîlanê re 91 sal derbas bûne û hate destnîşankirin ku Komkujiya Geliyê Zilan yek ji encamên zext, zordarî û tundiya komarê ya li dijî daxwazên gelê kurd e.   HDP'ê diyar kir ku jin, zarok û extiyar di nav de bi deh hezaran mirov di vê komkujiya mezin de hatine qetilkirin û hînê mîna roja destpêkê di bîra gelê kurd de ye û wiha got: "44 gund hatin şewitandin û çemê Zîlanê bi rojan xwîn herikî. Yên ji komkujiyê filitîn bi zorê hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin desteserkirin. Desthilatdariya wê demê ji bo leşker, cerdevan, milîs û kiryarên sivîl ên berpirsyarê vê trajediya mirovahiyê neyên cezakirin, qanûn çêkir û ev yek jî bû sedema komkujiyên nû. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên ku li Zîlanê bû sedema komkujiyê, îro ji aliyê AKP'ê ve bi rê û rêbazên cuda tê meşandin."   HDP'ê destnîşan kir ku ji bo avakirina paşeroja ronahî û demokratîk a gelan, di serî de Komkujiya Zîlanê divê hesabê êşên heta niha hatine kişandin hemû bêne dayin û qurbaniyên komkujiyê bi van gotinan bi bîr anî: "Em bi deh hezaran mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, ku jin, zarok û extiyar jî di nav de bû bi rêzdarî bi bîr tînin û wan ji bîr nakin. Komkujî û êşên li vê xakê hinceta me ya afirandina welatekî azad û demokratîk e. Ji bo berpirsyarên komkujiyê li pêşberî dîrokê mehkûm bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."