Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe 2021-07-13 13:43:27   WAN - Bi vekişandina hêzên Amerîkayê ya ji Afganistanê re gel malên xwe terk dikin û koçber dibin. Jina afganî S.H. ku li Tirkiyeyê penaber e, diyar kir ku serê xizmekî wê ji aliyê Talîbanê ve hatiye jêkirin û malbata wê di nav tirseke mezin de hewl dide ji welat bireve.    Bi vekişandina hêzên Amerîkayê ya ji Afganistanê re tirseke mezin di nav gelê afgan de peyda bûye. Lewre gel dibêje ku wan avêtina hembîza Talîbanê. Li ser sînoran koçberî dest pê kiriye û serê koçê gihiştiye Tirkiyeyê. Abdûlahê afganî ku li Tirkiyeyê dijî, diyar kir ku xizm û hevalên wî yên bi wan re têkilî daniye ketine Tirkiyeyê. Jina afganî S.H. ku li Tirkiyeyê penaber e jî da zanîn ku serê xizmekî wê ji aliyê Talîbanê ve hatiye jêkirin û malbata wê di anv tirseke mezin de hewl dide ji welat bireve.   'NIHA TEVLÎHEVIYEKE MEZIN HEYE'   Koçberên karker ên li Tirkiyeyê, diyar dikin ku bi malbatên xwe re di nav diyaloxê de ne û bi pêşveçûna Talîbanê re pêleke nû ya koçberiyê dest pê kiriye. Penaberê afgan Abdullah (23) ku li Stenbolê li înşaatê dixebite, da zanîn ku bi vekişandina Amerîkayê re li Afganistanê bi zawayekî zanebûn alozî hatiye afirandin û ev tişt got: "Rewş ji berê talûketir bûye. Niha li welat tevlîheviyeke mezin heye. Ji ber tirsa Talîbanê ciwan direvin ser sînor. Lewre naxwazin bibin leşkerê her du aliyan jî. Ji ber koçberiya navxweyî li bajaran cih nemaye. Meşên ber bi sînor dest pê kirine.    'DERBASÛNA TIRKIYEYÊ ZÊDE BÛYE'   Li gorî agahiyên ku Abdullah dayê wê li ser xeta Îran û Tîrkiyeyê koçberî zêde bibe. Abdullah, da zanîn ku bijîjk, mamoste û karmendên cemaweriyê jî dest bi rê ve kirine û wiha got: "Di sala 2016'an de Talîbanê xalê min kuşt. Niha di nav malbata min de tirseke mezin heye. Malbata min dixwaze ji wir derkeve. Neçareseriyeke mezin heye. Şebeke ji bo derxistina malbatên me ya ji welat 3 hezar dolar dixwazin. Hêza mirov ji vê re tune ye. Niha çiqas bê gotin ku "derbasbûna Tirkiyeyê tune ye" jî derbasbûna Tirkiyeyê gelek zêde bûye. Ez şahidê vê yekê me."   Abdûllah, dibejê ku daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve tên dayîn rastiyê nîşan nadin. Her wiha Abdûllah, destnîşan dike ku sewalkarên li ser sînor jî ketine nav tora mişextvaniya penaberan.    SERÊ XIZMÊ ME JÊKIRIN   Jina afgan a karker S.H. jî rewşa li welatê xwe bi van gotinan ragihand: "Talîban bi pêş ve diçe. Malbatên me di nav tirseke mezin de ne. Hevjînê min ji ber ku di rêxistinên sivîl ên alîkariyê yên welat de dixebitî di hedefa Talîbanê de bû. Lewre em ji ber vê rewşê ji welat reviyan. Beriya demeke kurt serê xizmê min Mûstafa li bajarê Mezar-i Şerîf jêkirin û ew kuştin. Dîsa apê hevjînê min rewşa wî pirs xerab e. Ji ber ku berasteng e nikare bireve û tirseke mezin a rih dijî. Hemû xizmên me yên digerin alîkariyê dixwazin. Dema ku li me digerin dibêjin ku ji ber dengê bombeyan zarok ji ser hişê xwe ve diçin."   Nûçe: Ercument Akdenîz- Serokê Giştî yê EMEK'ê